PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Girtiyê nexweş Fîlîz: Dengê min bibihîzin

Girtiyê nexweşiya pençeşêrê Mehmet Salîh Fîlîz  ku li Girtîgeha Odemîşê girtî ye, diyar kir ku ji ber pençêra roviya xwîn ji destava wî diçe û bang li her kesî kir ku dengê wî bibihîzin.

Şewba vîrûsê hemû girtiyan tehdît dike. Li gel vê yekê girtiyên nexweş nayên berdan. Yek ji girtiyê nexweş ê ku dive bê berdan jî Mehmet Salîh Fîlîz ê 32 salî ye. Girtiyê nexweşiya pençeşêrê Mehmet Salîh Fîlîz  ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê girtî ye, hem nexweşiya pençexêrê, hem hestiyên wî dihilin û hem jî nexweşiya Tuberkulozê pêre heye. Fîlîz, diyar kir ku ji ber pençêra roviya xwîn ji destava wî diçe û bang li her kesî kir ku dengê wî bibhîzin.

Fîlîz, bi rêya telefonê bi birayê xwe Şehmuz Filiz re axivî û wiha got: “Piştî hin nûçe hatin weşandin bijîşkê girtîgehê hat ez kontrol kirim. Bijîşk diyar kir pêwist e ez biçim nexweşxaneyê. Ji min re gotin ‘Lê ku tu li nexweşxaneyê bi vîrûsê bikeve tu yê berpirsiyariyê bigire ser xwe?’ Ger ku ez wê rîskê bidim ber çavên xwe wê min bibin. Ku ez vegerim jî ez ê 14 rojan di yek hucreyê de di karantinayê de bimînim. EZ hin caran li qawîşê ji ser hişe xwe diçim. Ji ber pençeşêra roviyan bi min re heye ji destava min xwîn tê. Dixwazin min terki mirinê bikin. Ez bang li hemû kesan dikim ku dengê min bibhîzin. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar