Girtîyê 67 salî Îsa Gultekîn li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsa Mêrsînê dihate ragirtin.
Gultekîn ê ku bi rûxmê bi nexweşiya peneşêrê bû nedihate berdan, li Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê ku lê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê girtî rakirin morga nexweşxaneyê. Hate zanîn ku piştî kar û barên girtîgehê wê cenaze radestî malbatê bikin. Wê cenazeyê Gultekîn li Goristana Şehîr a Mêrsînê veşêrin. MÊRSÎN