PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da

Girtiyê 75 salî mamosteyê teqawît Takiyettîn Ozkahraman ku beriya 3 salan li navçeya Melezgirtê ya Mûşê hatibû girtin, duh li Girtîgeha Tîpa L a Panosê rewşa wî giran bûbû û bi ambûlansê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê û piştre ji vir jî wî rakiribûn Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzunci Yilê ya Wanê. Ozkahraman ku li beşa lênêrîna awarte ji ber nexweşiya hilmij û pişe tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.

Ozkahraman di sala 2014’an de Serokatiya Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Navçeya Melezgirê kiribû. Birayê Ozkahraman Sadûllah Ozkahraman, diyar kir ku beriya girtinê tu nexweşiyeke birayê wî tune bûye û wiha got: “Beriya 2 mehan nexweşiyên wî li girtîgehê dest pê kirin. Gelek caran rewşa wî nebaş bû lê li nexweşxaneyê tedawî nekirin. Pirî caran dermanên êşbirê danê. Ji ber vîrûsa koronayê her cara ku kekê min birin nexweşxaneyê 14 rojan wî dikirin kogûşa yekkesî. Diviya ku li nexweşxaneyeke baş bihata tedawîkirin. Berê jî li nexweşxaneya ku anîbûnê gotibû divê anjiyo bibe lê wî tedawî nekiribûn. Ji ber vê yekê duh rewşa wî giran bû û rakirin nexweşxaneyê.”

Serlêdanê paşguh kirine

Ozkahraman destnîşan kir ku ji bo paşdexistina cezayê kekê xwe 2 caran bi daxwazaneyê serî li Wezareta Dadê dane lê serlêdana wan hatiye paşguhkirin û ev tişt anî ziman: “Dilê me dişewite lê bila girtiyên din ên nexweş wiha neyên serfkirin. Daxwaznameyên ku ji bo girtiyên nexweş ji Wezareta Dadê re tên şandin tune tên hesibandin. Êdî hêviya mirovana a edaletê jî namîne. Wekî kekê min gelek girtiyên nexweş di girtîgehê de ne. Sedemê her mirinê Wezareta Edaletê û hikûmet e.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar