Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtiyê nexweş ku li gorî rayedaran berdana xetere ye li ber mirinê ye

Rewşa girtiyê nexweş Abdûllah Tûran ku ji stû berjêr felcî ye û gelek nexweşîn lê peyda bûne û her wiha li gorî rayedaran berdana wî ji bo civakê xetere ye, li ber mirinê ye

Li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê rewşa girtiyê nexweş Abdûllah Tûran pir xedar e. Tûran ji stû berjêr felcî ye û gelek nexweşînên din jî lê peyda bûne.  Lê Tûran tevî ku Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ nayê berdan.

Parêzerê wî Vedat Ece diyar kir ku ew bi hevalê wî yê qawîşê Ergîn Aktaş re hevdîtin pêk aniye û anî ziman ku Aktaş jê re gotiye dibe ku ji nişkave xebera mirina Tûran bigihêje we.

Xwîn ji devê girtiyê nexweş tê

Ece diyar kir ku çar roj berê bi şev Tûran nerihet bûye û wî rakirina Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê û piştî hatiye muayenekirinê derman dane wî û cardin wî şandine girtîgehê. Ece anî ziman ku lê belê di heman rojê de Tûran cardin nerihet bûye û cardin heman tişt hatine kirin û cardin wî şandinine girtîgehê û wiha got: “Niha di qawîşa karantînayê de ye. Bûtonek bi tiliya wî vekirine. Gava nerihet bibe pêl wê bûtonê dike û alîkariyê dixwaze.”

Di axaftina xwe de Ece da zanîn ku roj in xwîn ji devê Tûran tê, gêja wî diçe û nava wî werimiye û wiha domand: “Girtiyekî ku ji stû berjêr felcî ne, gelek nexweşînên wî hebin û nikaribe bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne çawa di girtîgehê de tê ragirtin?”

Rapota ATK’ê

Ece rapora ATK’ê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Bijîşk, gotiye dibe ku ji ber şert û mercên girtîgehê bimire. Lewma me jî serî li dadgeriya înfazê da ku înfaza wî taloq bike. Lê daxwaza me hat redkirin. Me di ser Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) re jî serî li dozgeriyê da. Ev daxwaza me jî hat redkirin. Me serî li Dadgeha Bilind da û me xwest pêşî li dosyeya Tûran bê nihêrîn. Daxwaza me hat qebûlkirin lê belê cardin jî biryara berdanê nedan.”

Parêzer Ece destnîşan kir ku serî li dozgeriya girtîgehê dane û dozgeriyê jî ji midûriyeta polîsan zanyarî xwestine û wiha axivî: “Hingî midûriyeta polîsan got ‘berdana Tûran dê ji bo civakê bibe xetere’ êdî dozgeriyê jî pê bawer kiriye. Yanî ne dozger ne jî midûriyeta polîsan bawer nakin. Herî dawî dozgeriyê di meha hezîranê de ji midûriyeta polîsan xwest ku nivîsekê binivîse da ku kesekî ji stû berjêr felcî ye dê çawa ji bi civakê bibe xetere. Lê belê 6 meh in midûriyetê bersiv nedaye.”

Divê girtiyên nexweş bên berdan

Di axaftina xwe de Ece ev tişt diyar kir: “Diviyabû niha di beşa awarte de bûna û bihata tedawîkirin lê belê wî bi mirinê re rû bi rû hişine. Aktaş got, êdî li bendê ne ku karmendên revîrê xebera mirinê ragihîne wan. Demildest divê sazî mudaxile bikin. Behsa reformekê tê kirin. Heger reformek bê kirin, demildest divê bê kirin û ewilî divê ji bo girtiyên nexweş bê kirin. Ji lewra rewşa wî pir giran e.  Dibe ku çend roj şûnde xebera mirina Tûran bê. Bi tena serê xwe di odeya karantînayê de ye û nayê tedawîkirin.”

Her wiha Ece anî ziman ku komeleya wan ji bo berdana Tûran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar