Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê

Girtiyê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ê nexweşê giran û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, ji ber ku rewşa wî nebaş bû, cardin rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gaziî Yaşargîlê

Girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, ji ber ku rewşa wî nebaş bû, di 17,18-19 û 20’ê gulanê de, 4 caran rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Di 20’ê gulanê de, ji ber ku rewşa tenduristiya Ozkan ne baş bû, biryara razanê ji bo wî hatibû dayîn. Ozkan ji ber ku tedawiya bi kelepçeyê red dike, wî cardin paşve dibin girtîgehê.

Ozkan ê 25 sal in girtî ye û rewşa tenduristiya wî nebaş bû, îro careke din rakirin Nexweşxaneya Gazî Yaşargilê. Keça Ozkan Semra Ozkan, derbarê rewşa bavê xwe de axivî û wiha bertek nîşanî xemsariya rayedaran da: “Derbarê rewşa tenduristiya bavê xwe de em li girtîgehê geriyan. Ji me re gotin, ‘wê careke din rakin nexweşxanê. Niha bavê min li nexweşxaneyê ye. Di encama testên girtine de wê derbarê bavê min de, biryara ku li nexweşxanê bila razê yan na wê bidin. Bavê min kursiyê biteker anîn nexweşxaneyê. Rewşa bavê min pir giran bûye. Dema min bavê xwe dît, ez pir êşiyam. Ji ber vê nîqaş di navbera min û eskeran de derket. Eskeran ji ber vê girtek girtin. Destûr nedan ku ez nêzî bavê xwe bibim.”

Ozkan piştî tehqîqên li nexweşxaneyê, careke din birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar