Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtiyê nexweş Şûyûr jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulrezzak Şûyûr ku li Girtîgeha Şakranê dihat girtin ji ber ku nehiştin derman bibe jiyana xwe ji dest da

Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê girtî bû jiyana xwe ji dest da.

Şûyûr ê ku di sala 1993’yan li Mûglayê hat binçavkirin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat darizandin û cezayê muebbetê lê hat birîn.

Şûyûr ku piştî girtîgehên Sêrt û Dîlokê sirgûnî Şakranê hat kirin 3 meh berê bi nexweşiya pençeşêra pişikê ketibû. Şûyûr ê ku nexweşiya astimê jî pê re hebû piştî teşhîsa pençeşêrê nehat dermankirin.

Herî dawî 2 hefte berê Şûyûr bi kurê xwe re hevdîtin kir, ji wê rojê û vir ve agahî jê nehate girtin.

Birayê wî Mûhsîn Şûyûr îro ji bo dîtina wî ku ev 2 hefte bûn nedihate hevdîtina telefonî, çû girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê bêyî ku hincet nîşan bide diyar kir ku ew destûr nadin ku bi wî re hevdîtinê bikin.

Rêveberiya girtîgehê ku saetek piştî derketina birayê wî ji girtîgehê telefonî malbata wî kir, anî ziman ku Şûyûr jiyana xwe ji dest daye. Daxwaza Şûyûr a sala bihûrî ku ji bo girtîmayina wî îtîraz hatibû kirin nehat qebûlkirin. 14 meh mabûn ku Şûyûr ji girtîgehê derkeve.

‘Di mirina wî de nakokî heye’

Li gor agahiyên ku birayê wî Yûnûs Şûyûr dide mehek berê ji bo tedawiya wî li derve dewam bike daxwazname hat dayîn. Ji bo serlêdana ku li girtîgehê nayê dermankirin jî bersiv nehat dayîn. Birayê Şûyûr anî ziman ku beriya mehekê bi wî re têkilî danîbû û wiha got: “Em dipirsin di nava mehekê de çawa ketiye vê rewşê. Em nizanin emeliyat kirine yan na. Ev 2 hefte ne agahî jê nayên. Nedihate hevdîtina telefonî ya heftane, gelo beriya wê demê jiyana xwe ji dest dabû? Çi bû ku jiyana xwe ji dest da? Derbarê mirina wî de nakokî heye. Lê em nizanin rewş çawa ye.”

Malbata wî ya ku ji Stenbol û Sêrtê bi rê ket ji bo wergirtina cenazeyê Şûyûr çûn Îzmîrê.

Cenazeyê wî piştî kar û barên hiqûqî wê li navçeya Dihê ya Sêrtê were veşartin. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar