Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtiyê rastî îşkenceyê hat nikare biaxive

 

Li Girtîgeha Xarpêtê binpêkirina mafên mirovan ji rojevê dernakeve. Gardiyanên Girtîgeha Xarpêtê bi hinceta “Bi odeya cîranên xwe re axivîne” li girtiyan xistin. Gardiyanan girti Medenî Kiye bi giranî birîndar kir û ji ber vê yekê Kiye êdî nikare biaxive. Her wiha li Girtîgeha Sîncanê jî Leyla Ûyanik naye dermankirin

Îşkenceya sîtemetîk a bi rêbazekî tolhildanê li ser girtiyên siyasî her ku diçe dijwar û giran dibe. Zext û pêkutiyên li ser girtiyan sînor û pîvana nas nake. Li Girtîgeha Xarpêtê jî demek dirêje zext û pêkûtîyên li ser girtiyan tên kirin di rojevê de ye.

Li Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê gardiyanan di 4’e tebaxê de bi hinceta girtî bi odeya tenişta xwe re diaxivin bi ser kawîşa girtiyan de girtin û li girtiyan xistin. Gardiyanan di serdegirtina kawîşê de li 15 girtiyan xistin û birîndar kirin. Di êrîşa gardiyanan de girtî Medenî Kiye bi giranî birîndar bû. Li gel ku ji ser hişê xwe çû jî ranekirin nexweşxaneyê û niha nikare bi axive. Medenî Kiye ku di sala 2006’an de li Erzirome girtî bû, sewqî girtîgehên Îzmîr, Panosê kirin û herî dawî sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin. Kiye demek dirêj li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de hat girtin. Kiye, piştî qeyrana dil derbas kir şandin cem girtiyên din.

Ji ber nikarîbû biaxeve bi nivîskî anî ziman

Xwişka Kiye Hatice Kiye diyar kir ku piştî birayê wê rastî lêdanê hat êdî nikare biaxive. Kiye anî ziman ku piştî bihîstin girtî rastî lêdanê hatine ketine nava hewldanan û wiha got: “Me serî li Komîsyona girtîgehan a Baroya Wanê û ÎHD’ê da û serlêdana sûc kir.  Pêncşema borî parêzer çûn bi birayê min re hevditin kirin. Parêzeran diyar kirin ku Medenî bi tu awayî nikarîbû bi axive û bi nivîskî serpêhatiyên xwe anîne ziman. Rewşa birayê min a nikare bi axive asta îşkenceya hatiye kirin nîşan dide. Ev çawa hovîtîye ku di vê astê de li wan didin. Ez duşemê li rayedarên girtîgehê geriyam. Gotin ‘Em nikarin têkildarî vê mijarê agahî bidin’ Em li benda pêncşemê rawestiyan ku em bi telefonê bi axivin. Di şertên asayî de saet di 11.00’an de digeriya. Ez çend caran li rayedarên girtîgehê geriyam gotin ‘Pirsgirêk tune wê bigere’ Herî dawî saet di 16.00’an de ez geriyam. Gotin temam em niha girê didin. Piştî telefon girtin carek din jî bersîv nedan. Ji ber ku Medenî nikare bi axive bi telefonê negeriya.”

Kiye, herî dawî anî ziman ku ji jiyana birayê xwe bi fikar in û wiha bi dawî kîr: “Bi fermana midûr êrîş kirine. Em niha muxataban nabînin. Me wekî malbatê serlêdana sûc kir. Li gelek girtîgehên din jî heman îşkence heye û heman sûc tê kirin. Em wekî malbat dawiya vê meseleyê bernadin û emê heta dawî li mafê xwe bigerin.”

Girtiyan nabin nexweşxaneyê

Li aliyê din hat zanîn ku li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê, Leyla Ûyanik a 25 salî ya li dijî tecrîdê 87 rojan di greva birçîbûnê de ma, ranekirine nexweşxanê û hîna jî pirsgirêkên tenduristiyê dijî.

Dayika Ûyanik Şehrîban Ûyanik diyar kir ku du caran keça wê rakirin nexweşxanê lê jêre gotin “Tu tişteke te nîne” û bêyî ku tedawî bikin, paşve şandine girtîgehê. Dayik Ûyanik da zanîn ku keça wê 87 rojan di greva birçîbûnê de ma û wiha got: “Piştî greva birçîbûnê pirsgirêkên tenduristiya keça min rû dane. Keça min ji ber pirsgirên xwe yên diran tenê dikare nan bixwe. Nan jî şil dike û wisan dixwe. Ligel vê yekê jî bijîjkan jêre gotine tu tiştekê te tuneye û derman nekirine.”

Dest danîn ser qûrana kerîm

Ûyanîk da zanîn ku her du rojan careke gardiyan dibin navê “Lêgerînê” de bi ser qawîşande digirin û wiha axivî: “Pirtûkên ji bo girtîgehan tên şandin nadin girtiyan. Di dema lêgerînê de jî dest datînin ser pirtûkên girtiyan. Di dema lêgerînê de gardiyenan ji keça min re gotin qepaxê Qûrana di destê xwe biçirîne. Nexwe em ê Qûrana Kerîm ji te bigirin. Ji ber ku keça min qepaxê Qûranê na çirine, gardiyan dest datîn ser Qûranê.”

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Abdullah Arkan jî, dest nîşan kir ku xwestina çirandina qepaxa Qûrana Kerîm, ne li gorî Misilmantiyê ye û li ser qepax ayetên Qûranê hene.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar