Navenda Nûçeyan
Li gorî agahiya ku Kolbernewsê li ser hesabê xwe yê dîjîtal parvekirî hatiye gotin ku girtiyê kurd ê Pîranşarî yê bi navê Yasir Mengurî ku di Girtîgeha Pîranşarê de girtî bû ji ber îşkenceya ji aliyê hêzên Îttîlaatê yê Îranê jiyana xwe ji dest daye.
Çavkanî dibêje ku sibeha roja 8’ê îlona 2021’an de hêzên Îttîlaatê bi rêya telefonê ji malbata Yasir Mengurî re gotine ku Yasir li girtîgehê hatiye kuştin û ji bo wergirtina cenazeyê wî, tevî nasnameya wî biçin navenda wan.
Her wiha di dewama agahiyên hatinî parvekirin de tê gotin ku destpêkê hêzên Îttîlaatê yê Îranê Mengurî vedixwînin goristana Pîranşarê û li wê derê gule berdidin Yasir Mengurî. Li wir Yasir birîndar dibe û ew bi rengekî birîndar binçav dikin û vediguhezînin girtîgeha bajêr. Piştre ji ber êş û îşkenceya ku li girtîgehê lê hatî kirin jiyana xwe ji dest dide.