Navenda Nûçeyan |
Piştî 6 meh binçavkirinê, di 16’ê sibatê de Dadgeha Hewlêrê ji bo Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê birî.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê ku ji çavkaniyek taybet a herêmê girtî, îro her 5 girtiyên Behdînanê, dijî xirabiya cih, xwarin, danûstandina xirab a berpirsên girtîgehê û zextên derûnî dest bi greva birçîbûnê kirine.