Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Girtiyên berasteng berdin’

Girtiyên bi navê Serdar Yildirim (28) ê ji sedî 98 berasteng û Engîn Aktaş (32) ê girtî jî herdu desten wî tune di heman koguşa Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de bûn ji hevdû hatin cudakirin û niha di hucreyên yek kesî de dimînin

Girtiyên bi navê Serdar Yildirim (28) ê ji sedî 98 berasteng û Engîn Aktaş (32) ê girtî jî herdu desten wî tune di heman koguşa Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de bûn ji hevdû hatin cudakirin û niha di hucreyên yek kesî de dimînin. Girtiyên ku ji hev hatin dûrxistin niha bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Serdar Yildirim ji sedî 98 berasteng e û ligel rapora Dezgeha Tiba Edlî nikare li girtîgehê bimîn e.

Dayika Serdar Yildirim Fatma Îzrak derbarê girtiyên berasteng de diyar kir ku tenê hiştina wan ya di hucreyê de îşkence ye û wiha got: “Ne tenê kurê min, hemû girtiyên nexweş bi wê rêbazê bi mirinê re rûbirû dihêlin. Divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan. Serdar beriya bê girtin qezaya trafîkê derbas kir û niha ji sedî 98 berasteng e. Di pişta wî de platin heye û nikare ser piyê xwe bisekîne. Me Serdar xwedî dikir. Ne dikarî pêwîstiyên xwe yên jiyanî pêşwazî bike.

Îzrak di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kurê xwe û wiha pê de çû: “Piştî 2 mehan me xwest em wî tedawî bikin lê piştî ku 9 sal û 7 meh ceza lê hat birîn polîsan bi ser malê de girtin û mala me dorpêç kirin. Sedar ê ku ji sedî 98 berasteng e jî bi çekan êrişê wî kirin. Bi îşkenceyê wî ji malê derxistin.”

‘Niha jî bi tenêtiyê îşkence li wan dikin’

Îzrak da zanîn ku niha Serdar li Girtîgeha Metrîsê de ye û wiha axivî: “Serdar li girtîgeha Metrîsê de bi sê hevalên xwe re dimîne. Lê hevalek wî herdû destê wî nîne û hevalek wî jî felc e. 3 hevalên berasteng li gorî hêza xwe ji hev re dibûn alîkar. Hevalekî wan ên felc serbest hat berdan û ev tişt ji bo me keyfxweşiyek e. Engîn û Serdar demek dirêj di heman koguşê de man. Lê mehek e herduyan jî ji hevdû qut kirine. Niha di hucreyên yek kesî de dimînin. Ev jî cureyeke îşkenceyê li wan tê kirin. Wan bi tenêtiyê îşkence dikin. Her du jî ji ber ku nikarin paqijiya xwe bikin û pêwîstiyên xwe pêşwazî bikin enfeksyon girtine.”

‘ Kesek berasteng wê çi bike’

Îzrak destnîşan kir ku niha tenê bi rêya telefonê agahî jê digirin û wiha got: “Ji ber ku hatin sirgunkirin em nikarin wan bibinin. Em tenê rêya telefonê diaxivin. Beriya çend rojan em pê re axivîn. Dengê wî pir nexweş dihat. Bi dengê wî re dilê min êşiya. Diyar bû ku tenêtî rewşa wî xetertir kiriye. Bi Serdar re me hemûyan ceza dikin. Edalet û hiqûq li ku ye. Serdarê ji sedan 98 berasteng wê çi bike. Dibêjin Serdar ‘terorîst’ gelo kesek wisa wê çawa zirerê bide kesên din. Hinek tişt aqil jî qebûl nake.”

‘Girtiyên berasteng berdin’

Îzrak destnîşan kir ku 3 caran Dezgeha Tiba Edlî rapora ku Serdar nikare li girtîgehê bimîne da jî nehat berdan û wiha berdewam kir: “Lê ligel rapora heyî bi tu awayî serbest nehat berdan. Madem hûn tedawî nakin wî berdin, ez ê kurê xwe tedavî bikim. Ji bo bimirin li vir dihêlin û dixwazin wan bikujin. Ev tişt wê nîşan dide. Em dixwazin her kes dengê me bibihize. Ez bang li siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan û hemû berpirsyaran dikim ku xwedî li Serdar û hevalên wî derkevin. Ne tenê Serdar, li gel Serdar Engîn ji heye û belkî bi sedan yên weke wan hene. Pêwîste em xwedî li wan derbikevin. Cihê wan ne girtîgehe. Li gorî hemû qanûnan ev wisa ye. Girtiyên berasteng berdin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar