Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derpkirin

Hat diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirma, ji ber ku girtiyên di greva birçîbûnê de hejmara li ser piyan qevûl nekirin, ji aliyê gardiyenan ve hatin derpkirin

Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirma ya Balikesîrê, hin girtiyên di greva birçîbûnê de, ji aliyê gardiyenan ve hatin derpkirin. Birayê Berdan Alantar ê di greva birçîbûnê deye Bîlal Alantar da zanîn ku birayê wî û hevalên wî ji aliyê gardiyenan ve hatine derpkirin. Bira Bîlal Alantar diyar kir ku birayê wî jêre gotiye ku ew di bin zextan de ne.

Girtî Berdan Alantar bi rêya hevdîtina telefonê ya heftane, ev agahî bi birayê xwe re parve kir: “Ji ber ku em li dijî ferzkirina hejmara li ser piyan derketin, gardiyenan êrîşî me kirin. Ji ber vê êrîşê hevalê me Hasîp Kaplan birîndar bû. Dîsan hevalê me yê binavê Omer Dorûdemîr, dema derxistin hevdîtina telefonê, rastî êrîşa gardiyenan hat û di korîdorê de hat derb kirin. Me ev êrîşa gardiyenan bilêxistina derî û berzkirina dirûşmeyan şermezar û bertekên xwe nîşan da. Gardiyanên heqaret li me kirin û dijûn ji me re gotin.”

Bira Alantar diyar kir ku êrîşên wiha yên li ser girtiyên di greva birçîbûnê dene, nayên qebûl kirin. Bira Alantar da zanîn ku birayê wî ev 30 rojin di greva birçîbûnê deye û ev peyam da: “Ji xwe fikarên malbatên mîna me ku zarokên wan di greva birçîbûnê de, pir zêdeye. Em xwedî vê sekna wan a birûmet derdikevin. Êrîşên wiha, nîşaneya rejîmek faşîzane ye. Ger ev êrîş dewam bikin, em ê jî bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.” BALIKESÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar