Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtiyên di greva birçîbûnê de ne dixin hucreyan

Girtî Îbrahîm Ateş diyar kir ji ber ku ketine greva birçîbûnê îdareya girtîgehê ew xistine hucreyên yekkesî û pêdiviyê wan bi cih naynin

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bidorveger ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 184’an de didomin. Îbrahîm Ateş (48) ku di Girtîgeha Tîpa T a Meletiyê de ye û 25 sal in girtiye û di dema çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de 138 rojan di greva birçîbûnê de maye, tev li çalakiya greva birçîbûnê ya niha jî bûye.

Ateş di 25’ê Gulanê de bi telefonê bi birayê xwe Abdulgaffûr Ateş re axiviye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ragihandiye.

Ateş di telefonê de ev tişt gotine: “Ez û Selahattîn Aykoç, ji 25’ê gulanê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Sedema greva me, bidawîkirina tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Ji ber ku em ketine greva birçîbûnê, min û Aykoç xistine hucreyên yekkesî. Çalakiya greva birçîbûnê heqekî me ye lê radibin me dixin hucreyan û bi vî awayî ceza dikin. Pêdiviyên me jî peyda nakin. Em ê serî netewînin. Heya tecrîd ranebe dê çalakiya me bidome.”

Bira Ateş jî destnîşan kir ku rayedar xwe li bêdengiyê danîne û daxwazên girtiyan nehatine qebûlkirin û wiha got: “Demildest divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ji ber greva birçîbûnê girtiyan dixin hucreyan. Em vê yekê qebûl nakin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar