Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Girtiyên di greva birçîbûnê de peyama bi deng şand

Girtiyê di greva birçîbûnê de Cuneyt Aslan li ser navê girtiyên di greva birçîbûnê de peyameke bi deng şand. Di peyamê de Aslan da zanîn ku heta ku tecrîd tê şikandin dê bi israr çalakiya xwe bidomînin. Aslan got ku divê her kes bi erka rabe û li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya Guven kete roja 93’an. Her wiha li dehan girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî 291 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Yek ji van çalakvanan jî Cuneyt Aslan e ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dimîne. Aslan ku ji 16’ê kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, li ser navê hevalên xwe yên çalakiyê de peyameke bideng şand.

Peyama bi deng a Aslan wiha ye: “Em 5 heval weke beşdarên koma yekemîn, 54 roj (duh) in di greva birçîbûnê de ne. Di serî de em hemû hevalên di grevê de, silav dikin. Armanca çalakiya me, şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me ye. Tu bingehên exlaqî, wijdanî û mirovî yên tecrîdkirina Rêbertiya me nînin. Divê herkes baş bizane ku heta ku tecrîd tê şikandin dê çalakiya me bi israr bidome. Nabe ku tecrîd bê qebûlkirin. Dixwazin me hînî vê tecrîdê bikin û weke tiştekî asayî nîşan bidin. Lê me ev qebûl nekir û dê ji vir û şûnde jî qebûl nekin. Biqasî ku ji destê me tê em ê li dijî tecrîdê li ber xwe bidin.

Rêbertî ji bo can e, ruh e, vîn e. Temsiliyeta vîna me ya azad e. Bedela wê çi dibe bila bibe heta dawiyê em ê li dijî tecrîdê têbikoşin. Daxwaza me ya ji gelê me û raya giştî ew e ku di vê demê de bêdeng nemînin û çi ji destê wan tê, bikin. Ji heft salî heta heftê salî her kes dikare tiştekî bike. Em dixwazin vê bibêjin; çawa ku hevalên me di 14’ê Tîrmehê de li Zindana Amedê li ber xwe dan û bi ser ketin, em jî weke şopdarên wan li ber xwe didin û dê biserkevîn. Serkeftin dê bibe ya me û gelê me.

Gotina; ‘Bê Serok jiyan nabe’ ji bo me ne tenê dirûşmek e. Ji ber ku Rêbertî ji bo me nefes e, can e û ruh e. Di cihekî ewqas biçûk de vaye 20 sale li ber xwe dide. Bi hemû hêza xwe moral, bawerî û hêzê dide me. Bi tecrîdê dixwazin me bênefes û bêrêbertî bihêlin. Em ê tu carî vê qebûl nekin. Divê her kes wateya tecrîdê fêm bike û li dijî wê li ber xwe bide û bêdeng nemîne. Dem ne dema bêdengiyê û li malê rûniştinê ye. Gelê me li hemberî zext û zordariyên li ser Rêbertiya beriya niha jî li ber xwe dan. Em bi bawerîn ku dê îro jî bi heman erkê rabe. Çawa ku pêşengên me gotin; ‘Berxwedan jiyan e’ û bi ser ketin, em jî dibêjin; ‘Berxwedan jiyan e’ û dê biserkevin.”

Mafên girtiyan tên binpêkirin

Aslan di hevdîtina vekirî de jî bi rêya malbata xwe destnîşan kir ku rojnameya Yenî Yaşamê ji wan re naçe û gelek mafên wan tên binpêkirin. Aslan got ku cezayên disiplînê li hevalên wan tên birîn û gelek girtî rastî lêpirsîna disiplînê tên. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar