Navenda Nûçeyan
Greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 11’an de koma 3’yemîn dewir girt.
Girtî Mehmet Abay û Vedat Baktaş ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê grev dewrî Veysî Denîzhan û Serhat Borak kirin. Girtiyên di grevê de destnîşan kirin ku ew bi biryar in tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.
Girtiyan peyama; ‘ Em bi biryar in tecrîda dermirovî bişikînin. Heta dawî em ê li ber xwe bidin. Em soz didin ku xwedî li têkoşîna ruhê rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê derkevin, bi vê ruhê berxwedanê serketinê tacîdar bikin. Wê berxwedan û heqîqet bi ser bikeve.’ dan.
Li aliyê din Hamîde Yuksel û Zeynep Yildirim ên li Girtîgeha Oltû ya Erziromê jî dest bi greva birçîbûnê kirin.