Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Girtiyên di grevê de: Heta şikandina tecrîdê veger nîne

5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Amedê di greva birçîbûnê de bi nameyekê gotin ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya xwe bidomînin. Çalakvanan got ku rojên xweş li pêşiya wan in. Girtî Zafer Saglam ku li Girtîgeha Tîpa L ya Jimar 5 a Sîlîvriyê tê girtin jî da zanîn ku vê carê veger nîne û dê tecrîdê hilweşînin

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hatine destpêkirin, didomin. Di vê çarçoveyê de li zêdetirî 60 girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê herî kêm 301 girtî jî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Girtî bi rêya name û malbatên xwe dibêjin ku ew di çalakiya xwe de bi israrin û heta ku daxwazên wan pêk tên jî dê bidome.

Di vê çarçoveyê de girtiyên bi navên Firat Ertunç, Mazlum Dîlek, Faruk Akray, Recep Bal û Adnan Yîgîttekîn ku li Girtîgeha Tîpa T ya Amedê ji 5’ê çileyê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, nameyek şand. Girtiyên ku xwe weke ‘bezvanên rêya dirêj’ bi nav dikin anîn ziman ku her tişt wêneyê kêfxweşî û bedewiya wan e. Girtiyan da zanîn ku çalakiya wan dê bi israr berdewam bike.

5 bira girtî ne

Firat Ertunç di sala 1987’an de li Colemêrgê ji dayik bû. Ji sala 2009’an heta 2014’an di girtîgehê de ma. Piştî ku hate berdan li nava Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dest bi siyasetê kir. Dema ku şer ji nû ve dest pê kir, bi hinceta ragihandina xwerêveberiyê ya sala 2015’an, dîsa hate girtin û 16 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ertunç 5 bira ne hemû jî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dîlgirtî ne.

Di 17 saliya xwe de cezayê heta hetayê giran li birîn

Mazlum Dîlek di sala 1990’an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bû. Sala 2007’an ku hîn 17 salî bû hate girtin û cezayê girtina heta bi hetayê lê hate birîn. Ji ber ku dema hate girtin emrê wî biçûk bû, cezayê wî hate kêmkirin. 12 sal in girtî ye û divê piştî 4 salên din bê berdan.

19 salên Akray mane

Faruk Akray di sala 1974’an li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji dayik bû. Dema ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir hîn 16 salî bû û di 17 saliya xwe de tev li nava refên têkoşînê bû. Piştî 17 salan hate girtin. Cezayê muebbetê lê hate birîn. 11 sal in girtî ye û hîn cezayê 19 salên din heye.

Tev li refên gerîla bû

Recep Bal di sala 1984’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayik bû. Di sala 2004’an de tev li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û 5 sal piştre jî hate girtin. Li Bal 25 sal cezayê girtîgehê hat birîn û ev 10 sal in di girtîgehê de ye.

Tev li greva sala 2012’an jî bûbû

Girtiyê bi navê Adnan Yîgîttekîn jî di sala 1992’yan de li gundê Şemsê yê Sêrtê ji dayik bû. Di sala 2010’an de tev li refên gerîla bû û piştî salekê hate girtin. 70 sal ceza lê hate birîn. 8 sal in di girtîgehê de ye. Di 12’ê îlona sala 2012’an de di koma sêyemîn de tev li greva birçîbûnê bû. Birayekî Yîgîttekîn di nava refên gerîla de ye.

‘Rojên xweş li benda me ne’

Di nameyê de girtiyan got; ‘em pênc meşvanên rêwîtiya dirêj in’ û nameya wan wiha didome: “Çi bê kirin, di oxira wê de çi bê fedakirin jî di vê rêwîtiyê de dê kêm bimîne. Ger em ê karibin kêm jî deynê xwe bidin Roja xwe û yên bûn stêrk, ev yek dê ji bo me kêfxweşî be. Rojên me yên 30’î wêneyê kêfxweşiya me ne. Ev roj, ev pêvajo ji her alî ve mirovan bedew dike. Bêrîtan ji bo birîneke li ser rûyê xwe ya ji ber şerekî rû da gotibû, ‘Wêneyê bedewbûna min e’. Pîr Kemal bi gotina ‘çi xweş e’ 14’ê Tîrmehê pêşwazî kiribû. Bijîşk Hayrî Dûrmûş bi gotina ‘Deyndarê gelê xwe bû’ xatir xwestibû.

Em jî xwedî heman hesta nin. Ger em hestên xwe bi hevokekê bînin ziman, em ê bêjin, ‘Ev yek wêneyê kêfxweşî û bedewiya me ye’. Hevrêyên hêja, di dawiya vê rêwîtiyê de rojên xweş hene ku li benda me ne. Li bajarê mirovên ku digotin ‘encam dê bêhempa be’, em bi vê hestê dijîn. Em her roj bêhna mirovekî azad dibe di dilê xwe de hîs dikin. Em wî dengê bi coş ê ku mizgîniya serkeftinê didin her dibihîzin, ku dibêjin ‘Em bi ser ketin, hûn ê jî bi ser bikevin’. Bi vê bîr û baweriyê we, gelê me, Roja me û her ferdên Tevgera Azadiyê, hemû hevrêyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin.”

Saglam careke din ket grevê

Yek ji girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger jî, Zafer Saglam ê li Girtîgeha Tîpa L ya Jimar 5 a Sîlîvriyê tê girtin e. Saglam ku ji 26’ê kanûna sala 2018’an ve di çalakiyê de ye, 28 salin girtî ye. Saglam di sala 2017’an de jî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan 14 rojan ketibû greva birçîbûnê û piştî jî bedena xwe dabû ber agir. Aliyekî Saglam bi temamî şewitîbû. Ji ber vê çalakiyê jî 21 roj cezayê hucreya yekkesî û qedexeya hevdîtinê lê hatibû birîn.

‘Vê carê veger nîne’

Ji ber rewşa kurê xwe dayika Saglam, Halîme Saglam ji Wanê koçî Stenbolê kir. Dayik Saglam ku di hefteya destpêkê ya çileyê de bi kurê xwe re hevdîtin kiribû, têkildarî hevdîtinê ji nûçegihana JinNewsê Melîke Ceyhan re wiha gotibû: “Kurê min berxwedêr e û gelekî bi biryar e. Moralê wî bilind e Ji min re got, ‘Ez xwedî li îradeya xwe derdikevim. Me meşale vêxist. Heta ku bersiv ji daxwazên me re bê dayin ev meşale dê venemire. Bila her kes bi vê zanibe’. Vê carê veger nîne. Ya divê tecrîd bi dawî bibe, ya jî bişikê.”

‘Tecrîd dê bişikê’

Zafer Saglam ku ji ber bedena xwe da ber agir, dê meha bê rûniştina doza wî pêk were, hefteya derbasbûyî bi rêya malbata xwe wiha gotibû: “Min ev agir dada, vê carê dê hêza kesî têra vemirandina wê neke. Tecrîd dê bişikê.” AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar