Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtiyên di grevê de nayên dermankirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê bi 4 girtiyên di greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê de hevdîtin kir. Girtiyan da zanîn ku kontrolên wan ên tenduristiyê nayên kirin, vîtamîna B1 nayê dayîn û di şertên nepaqij de dimînin. Her wiha li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê jî girtiyan ragihand ku rewşa girtiyên di grevê de ne di rîskê de ye

Grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven hatibûn destpêkirin, berdewamin. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li dehan girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevlêbûna zêdetirî 300 girtiyan hatiye destpêkirin jî 58 roj li pey xwe hiştin.

Yek ji van girtîgehan ên ku girtî lê ketine greva birçîbûnê jî Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê ye. Li girtîgehê bi heman armancê 4 girtî di grevê de ne. Hat zanîn ku girtî rastî binpêkirinên rêveberiya girtîgehê tên. Têkildarî mijarê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê bi girtiyan re hevdîtin kir. Komîsyonê piştî lêkolînan der barê rewşa girtiyan de raporek bi raya giştî re parve kir.

Girtiyên di grevê de

Di rapora komîsyonê de hat diyarkirin ku vîtamînên pêwîst ji girtiyan re nayên dayîn û ev agahî hatin parvekirin: “Li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê me bi girtiyên di greva birçîbûnê de Mesut Canbey, Ramazan Sayan, Nevîn Gokçe û Zelal Başboga re hevdîtin kir. Girtiyan da zanîn ku ji ber ku dermankirina bi kelemçeyê red dikin, nayên dermankirin û ev 6 mehin jî sewqa wan a revîran nayê kirin. Girtiyan got ku rastî cezayên disiplînê tên û di bin navê lêgerînê de, bi ser odeyên wan de tê girtin û girtî rastî tundiyê tên.”

Bijîşk guh nadin daxwazin girtiyan

Komîsyonê daxuyand girtiyan diyar kiriye ku hevalên wan xwestine wan bibin revîrê û kontrola tenduristiyê bikin lê ev daxwaz hatiye redkirin û ev agahî dan: “Girtiyan got ku ji bijîşkan vîtamîna B1 xwestine lê bijîşkan guh nedaye daxwaza wan. Girtî bi derfetên xwe û alîkariya hevalên xwe tansiyona xwe dipîvin, hesasiyeta bêhnê li wan zêde bûye û zeîf bûne.”

Peyama girtiyan

Di heman demê de komîsyonê peyama 4 girtiyên di grevê de parve kir. Peyama girtiyan wiha ye: “Kengî tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bû, wê demê em ê çalakiya xwe bi dawî bikin. Ji bo aştî, demokrasî û edaletê me dest bi çalakiyê kir. Em ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin. Serkeftin dê ya me be.”

Xwestin ku heyetek biçe girtîgehê

Komîsyonê destnîşan kir ku girtî pirsgirêka paqijiyê dijîn û di nava şertên qirêj de dimînin. Rapor wiha bi dawî dibe: “Gardiyan dema li qawişan lêgerînê dikin, bi taybetî li ser girtiyên jin zextên derûnî dikin. Dema girtî bi nivîskî serledanê dikin ev zext zêdetir dibin. Divê bi taybet jî pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên di grevê de bên çareserkirin û vîtamîna B1 bidin wan. Ji ber vê yekê heyetek dive bi rêveberiya girtîgehê re hevditin bike.”

Binpêkirinên li girtîgehê

Her wiha girtiyê bi navê Huseyîn Surensoy ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê jî bi nameyekê binpêkirinên li girtîgehê vegot. Surensoy da zanîn ku rêveberiya girtîgehê pêkanînên nû xistine meriyetê û wiha dom kir: “Hem li girtîgehê û hem jî li derve em di ewlehiyê de nînin. Leşkerên ku ji ewlehiya me berpirsyar, pêkanîneke nû xistin meriyetê. Dema em diçin nexweşxaneyê, tevî ku destên me kelemçekirî ne, dema me ji rîngê paya dikin kelemçeyeke din jî dixin milê me. Me ev red kir lê dîsa jî kelemçe xistin destê min. Jixwe li pişt min û pêşiya min 4 leşker hene. Tevî ku bijîşk xwest ku kelemçe bila bê vekirin, leşkeran qebûl nekir. Piştre jî rêveberiya girtîgehê der barê min de lêpirsîn vekir.”

Rewşa girtiyên di çalakiyê de di xetereyê de ye

Surensoy xwest ku ev pêkanîna nû divê di raya giştî de bê teşhîrkirin. Surensoy diyar kir ku yê der barê wî de lêpirsîn vekir jî sûbayê li nexweşxaneyê bû û ev kes di lêgerîna hucreyan de jî cih digire. Suronsoy got ku destê hevalên wan piştî ku hatin kelemçekirin, serê wan li dîwaran hatiye xistin. Surensoy da zanîn ku hevalên wan ên di greva birçîbûnê de jî nayên dermankirin, ev 3 hefte ne xweşavê nadin çalakvanan û hevalên wan di rîskê de ne. ANTALYA – KIRIKKALE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar