Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Girtiyên di grevê de ne: Heta pêkhatina daxwazan dê çalakî bidomin

4 girtiyên siyasî yên li Girtiyên Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Gurgumê li diji binpêkirina mafan 7 roj in ketine greva birçîbûnê, diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe bidomînin

Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, 30 girtiyên ku li dijî binpêkirina mafan di 12’yê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn, di roja 20’an de berdewam dike. Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Turkoglu ya Gurgumê (Mereş) jî 4 girtiyên siyasî bi boneya balê bikişînin ser binpêkirina mafan û doza mafê xwe bikin, di 25’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Li Girtîgeha Turkoglu grev di roja 7’an de berdewam dike. Girtiyên ku ketine grevê  dixwazin dawî li hêjmartina leşkeri û nîzamî bînin, girtiyên siyasî bînin cem hev, dawî li lêgerîna tazî bikin, di korîdoran de dawî li meşa nîzamî bînin, dawî li cezayê disiplinê yê keyfî bînin, dawî li karta nasnameyî ya stûyan bînin, rojnameya Yenî Yaşam, pirtûk û nameyan bidin wan.

10 girtiyên li kawîşa D-5 ya Girtîgeha Turkoglu dimînîn, li ser navê Erkan Aydin ji ÎHD’ê ya Edeneyê re name şandin û bal kişand ser daxwazên xwe.

Girtiyan di nameyê de diyar kirin ku di heman kawîşê de 10 kes dimînin û ji bo mafê wan bê qebûlkirin di 25’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Girtiyan, anîn ziman ku li girtîgehê hêjmartin bi tarza leşkeri û nizanî tê kirin û wiha domandin: “Kawîşên 12 û 24 kesan hene. Em di kawîşên 3, 5 û 9 kesan de tên girtin. Mafê me yê pirtûkan bi 5 pirtûnan bi sînor kirine. Pirtûkên me yên di depo de nadin me. Bêyî destûra me di rojên hevdîtinê de teslimî malbatên me dikin. Mafê me yê civakî yê hefteyî li şûna 10 saetan bi 40 deqîqe yê sporê bi sînor kirine.”

‘Di rewşa lezgîn de jî me dernaxin revîrê’

Girtiyan dan zanin ku wan di korîdorê de bi tarza meşa leşkeri didin meşandin û mafê wan ê tenduristiyê jî tê binpêkirin û di şertên lezgîn de jî wan dernaxin revîrê û wiha domandin: “Dema hevalên me derdixin hevdîtin û revîrê, saetên destê me derdixin. Dixwazin bişkovkên pêşiya cilên xwe bigirin. Di ketin û derketin kawîşê de dixwazin bi zorê karta nasnameyê têxin stûyên me. Kargoyên ku malbat ji me re dişînin, bêyî bidin me dîsa paşve dişînin. Em nikarin li gorî daxwazên xwe li kawîşan bimînin. Kawîş hêj di halê înşaetê de ne. Li gorî şert û mercên demsalê divê kawîş bên amadekirin û girtî karibin lê bimînin. Hin hevalên me bi nexweşiya kronîk in. Şertên girtigehê bandorek pir xerab li ser wan dikin. Daxwazên me piştî meh derbas dibin dibersivînin.”

Odeyên bi sûnger

Di nameye de girtyan dan zanîn ku wan di odeyên bi sûnger de bi saetan tazî dihêlin û ev tişt ragihandin: “Midûrê saziyê ango dozger, bi hinceta ‘Tebligata te heye divê tu îmze bike’ bang li me girtiyan dikin. Dema em diçin li odeya midûr ji me dixwazin ku em bibin sîxur û îtîrafkar. Dixwazin me ji hev qut bikin. Rojnameya Yenî Yaşam bêyî hincet nîşan bidin nadin me. Dema hevalên me yên girtî tînin girtîgehê li lêgerîna tazî re derbas dikin. Hevalên me yên vê yekê qebûl nakin jî rastî lêdan û tundiyê tên. Dîsa dema wan diavêjin kawîşan li ser wan jimartina leşkeri û nîzani ferz dikin. Li koridoran wan deverû dirêj dikin û êrîşî wan dikin. Li odeyên bi sunger, rastî tundiya derûnî û fîzîkî tên. Li wir wan tazî dikin û zextan li wan dikin.”

‘Pêdiviyên jiyanî nadin me’

Her wiha girtiyan bi bîr xistin ku ew ji bo mafê xwe bi parêzin serî li rêyên demokratîk û çalakiyên demokratîk didin û nameyê wiha bi dawî kirin: “Em mafê xwe yê demokratîk ê çalakiyan lidar dixin. Ji ber vê yekê em rastî cezayên dîsîplînê tên. Em rastî cezayên hucreyê tên. Hêj cezayekî hevalê me Îsmaîl Eke neqediya bû, cezayê dîsîplîna din înfaz kirin. Hevalê me yên cezayê hucereyê dan wan, wekî ku di bin çavan de muameleya xerab bi wan kirin. Bêyî şert û mercên demsalê li ber çavan bigirin, çarşef, battaniyeyan nadin me. Dîsa pênûs, saet, pirtûk, radyo, amûrên paqijiyê, mase, sandalye yên wekî mafên jiyanê nadin me. Heta serê sibê rohaniyê venamirînin. Hevalên me yên li hucreyê jimartina li ser piyan li wan ferz dikin. Ji bo ev daxwazên me yên jiyanî û mirovî pêk bên, me di 4’ê mijdara 2019’an de daxwazname da. Lê tu bersîv nedan me. Rayedarên girtîgehê bi israr daxwazên me li ber çavan nagirin. Me di 11’ê Mijdara 2019’an dea 2 rojan xwarin negirt. Di 18’ê Mijdara 2019’an de dîsa me 2 rojan em ketin greva birçîbûnê û me mafê xwe yê demokratîk danî holê. Lê ji ber daxwazên me pêk nehatin, di 25’ê mijdara 2019’an de ji her kawîşekî hevalek me dest bi greva birçîbûnê kir. Ji kawişîma me jî hevalê me Erkan Aydın ketiye grevê. Heta daxwazên me pêk bên dê çalakiya me bi biryar berdewam bike. GURGUM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar