Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtiyên di grevê de ne: Rêbertî hiş û hebûna me ye

Mehmet Erbey ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê di koma yekemîn a greva birçîbûnê de cih girtibû, bi rêya malbata xwe re vê peyamê da: “Heta ku tecrîda li ser Rêbertî ranebe em ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin. Rêbertiya me çav, mêjî, dil û hebûna me ye.”

Di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Çalakiya ku hatiye destpêkirin di roja 7’an de bi koma duyemîn didome.  Mehmet Erbey (32) ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê di koma yekemîn de ketibû greva birçîbûnê, di sala 2010’an de hatibû girtin û di doza ku jê dihat darizandin de bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ , ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘piştgirî daye rêxistinê’ 25 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Erbey tev li çalakiya greva birçîbûnê ku di 8’ê Mijdara 2018’an de ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ve hatibû destpêkirin jî bûbû û 150 rojan têde mabû. Bi heman daxwazê Erbey careke din ket greva birçîbûnê. Bi Erbey re girtî Atîlla Çoşkûn jî di koma yekemîn de cih girt.

Erbey di 1’ê kanûnê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û derbarê armanca çalakiyên xwe de ev tişt parve kir: “Heta ku tecrîda li ser Rêbertî ranebe em ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin. Çi dikin bila bikin Rêbertiya me di dilê me de ye. Nikarin wî bi me bidin ji bîr kirin. Rêbertiya me çav, mêjî, dil û hebûna me ye. Em qet Rêbertiya xwe ji bîr nekin û dev jê bernedin. Armanca me ji aliyê Tirkiye û dinyayê ve tê zanîn. Em vê zilm û bindestiyê qebûl nakin.”

‘Zarokên me girêdayî Serok û şehîdên xwe ne’

Dayika Erbey Meryem Erbey jî diyar kir ku roja ku çalakî hatiye destpêkirin gardiyan bi ser qawişan de girtine, amûrên girtiyan ji hev belav kirine û lêgerîn kirine. Dayik Erbey bi van gotinan bertek nîşanî nêzîkatiyên gardiyanan da: “Di vê pêvajoya pandemiyê ev çi lêgerîn in? Gelo dixwazin zarokên me nexweş bixîn? Heke zarokên me bi vîrûsê bikevin, berpirsyarê vê gardiyan û midurê girtîgehê ye. Em tecrîdê qebûl nakin. Weke dayikek heta ku tecrîd bidome, em ji zarokên xwe re nabêjin dev ji çalakiyê berdin. Zarokên me girêdayî Serok, doz û şehîdên xwe ne. Em piştgiriya wan dikin. Bang li hemû malbatan dikin; em li daxwazên zarokên xwe xwedî derkevin û dengê wan bidin bihîstin. Wê azadiya me bi dawîbûna tecrîdê pêk bê. Rêyeke din tune ye.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar