Girtiyên ji doza PAJK’ê yên li Girtîgeha Bakirkoyê têkildarî Qanûna Înfazê, her wiha betalkirina parlamenteriya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtina wê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Girtiyan diyar kir ku der barê Qanûna Înfazê wan ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, Partiya Gel a Komarê, Komeleya Mafên Mirovan, Dadgeha Destûra Bingehîn û Wezareta Edaletê re gelek faks û nameyên şermezarkirinê şandine. Girtiyan xwest ku hem gel û hem jî saziyên demokratîk divê li ber Qanûna Înfazê rabin.
Girtiyan der barê girtina Guven de jî wiha got: “Em betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û girtina wê tu carî qebûl nakin. Leyla Guven parlamentera gelan e. Ya ku hatiye kirin bêhiqûqî ye. Em timî li ber bêhiqûqiyê rabûne, ji niha û pê ve jî em ê li ber rabin. Gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê divê li gel gele kurd têbikoşin.” STENBOL