Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo 4’ê Nîsanê peyam dan

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehan Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand û rojbûna 70’yî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku greva birçîbûnê dê heta bidawîbûna tecrîdê bidome

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehan Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand. Denîz Kaya bi navê girtiyên siyasî daxuyanî da û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ji bo rojbûna Ocalan ev tişt hat gotin: “Rojbûna Rêberê me li dinyayê û Rojhilata Navîn bi taybetî ji bo gelên Kurdistanê nîşaneya vejîna ji nava civaka polîtîk exlaqî ye, têkbirina dîroka vajî ye, hişyarkirina gelan, qutbûna ji pergal û dîroka qirker a hezaran salî ye, xwebûna gelekî bênasname hatiye hiştin e. Ronîkirina rastiyeke ku di tarîtiya dîrokê de winda bûbû û destpêka gihandina rastiyên dîrokî ji bo vê serdemê ye. Rojbûna Rêberê me ziman, têgihiştin, berdevkî, heqîqet û serdema rastiyeke jibîrkirî ye. Ew kêlî ye ku hebûna li ber tunebûnê ji nû ve hebûna xwe vegeriya.”

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser destketiyên li nava civakê bi bîrdozî û hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine afirandin û hat gotin ku bi tecrîda giran hewl tê dayin ku pêşî li destketiyan bê girtin. Denîz Kaya diyar kir, çawa ku armancên komploya navneteweyî bi xeleka ji agir a li dora Ocalan hatin têkbirin, armancên ji tecrîdkirinê jî bi berxwedana bêhempa û bi derbên ku li hêzên tecrîdê ferz dikin tê xistin, hemû tên beralîkirin. Kaya destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê aşkera kiriye û heqîqeta Rêberê Gelê Kurd mezin kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew 4’ê Nîsanê weke rojeke ku rojeva azadiyê ya gelan û mirovahiyê pêk hat, dibînin û ji bo wan gelekî pîroz û hêja ye. Kaya got ku ji ber vê yekê tecrîdkirina mirovekî azad ku rojeva xwe ya bingehîn azadî ye, tecrîdkirina gelan û mirovahiyê ye û ev tişt ragihand: “Divê were zanîn, rojeva bingehîn a girtiyên PKK û PAJK’î Rêbertî û azadî ye ku 110 roj in me bedena xwe li dijî tecrîdê dane ber birçîbûnê. Lewma, heta ku tecrîd bi dawî bibe, Rêberê me azad bibe û karibe di nava şert û mercên azad de bixebite dê çalakiya me bidome.”

Di dawiya daxuyaniyê de 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan li gelan, hemû têkoşeran hat pîrozkirin û bang li alîgirên azadî, wekhevî û demokrasiyê hate kirin ku bibin dengê berxwedana wan a bi heybet. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar