Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê: Li dijî dagirkeriyê her kes dikare tiştekî bike

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyek da. Kaya di daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Li dijî van êrişên tunekirin, her mirovekî me dikare tiştekî bike. Em bang li ciwanan dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin. Her wiha yên hêza xwe hene li qadan, li kolanan divê dengê berxwedanê bigihînin her kesî."

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanan, tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî em hewl didin bûyeran ji nêz ve bişopînin. Li gorî agahiyên kêm ên gihîştine ber destê me, dewleta tirk bi çekên şer ên berfireh û komplîke li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke dagirkeriyê kiriye.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mîna êrişên beriya niha di vê êrişê de jî dewleta tirk bi rêya têkiliyên xwe yên kûr ên bi PDK’ê re hewl dide PDK’ê tevli vî şerî bike. Kaya ev tişt anî ziman: “PDK bi asta heyî ya xiyaneta xwe re teslîmî dewleta tirk bûye, wiha lê hatiye ku her gotina wê dike. Mînaka herî şênber a vê yekê ew e ku çend roj beriya êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistnê Mesrûr Barzanî li Dolmabahçeyê bi Erdogan re rûnişt ku wêneyê di wê hevdîtinê de her tiştî bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Ev wêne mînaka şênber a hevkarî, koletî û teslîmbûna xanedaniya Barzanî ye. Xanedaniya Barzanî veguheriye rewşeke wiha ku tu derdê xwe yê kurdîtiyê nemaye, berjewendiyên xwe yên malbatî di ser her tiştî re dibîne, zêdeyî 30 sal in başûrê Kurdistanê şêlandiye, nirxên madî yên gel kontrol kiriye, li welatên DYA, Tirkiye û welatên cuda pere stok kiriye û bi vî rengî bûye çeteyeke diziyê. Tebeqeya jorîn a xanedaniya Barzanî ji bo karibe xenîmetên xwe biparêzin dikarin her tiştî bikin. Yek ji sedemên sereke yên êrişa wan a li dijî Tevgera Azadiyê diziya wan e. Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê ji ber ku li tevahiya cîhanê û Kurdistanê destketiyên kurdan diparêze û wan mezin dike, xanedaniya Barzanî êriş dike. Herî kêm bi qadî dewleta tirk ji PKK’ê, ji Rêber Apo, hêzên azadiyê û ji gelê gurd ê li her parçeyî ditirse. Lewma sûcên giran kiriye û xiyanetê dike. Çarenûsa vê xanedaniyê û ya Erdogan û AKP’ê bûye yek. Yên ku sûcên wan kifş kirine jî PKK û Serok Apo ye. Sedema esasî ya êrişa bi vî rengî ye.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê destnîşan kirin ku tu eleqeya vê xanedaniyê bi kurdîtiyê nemaye û wiha got: “Erdogan çiqasî kurd be, ew jî ewqasî kurd in. Gelo dikare bê gotin ku Erdogan ‘nirxên kurdîtiyê diparêze?’ Na. Ew dijminê kurdîtiyê ye. Ji bo tunekirina nirxên kurdan dixebite. Bingeha ku bi xanedaniya Barzanî re li ser li hev kirine zemîneke wiha ye.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê diyar kirin ku rastiya Newrozê ya sala 2022’yan, her wiha şervaniya fedaî ya gerîla wê serketinê îsal misoger bike û wiha gotin:”Em ji vê yekê bawer in. Em ê berxwedêriya zindanê li se vê bingehê bilindtir bikin û di serketina sala 2022’yan de hebin. Bi baweriya ku sala 2022’yan wê azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bibe, di serî de gelê Kurdistanê em bang li gelên herêmê û mirovahiya pêşverû dikin ku bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bibin. Li dijî van êrişên tunekirinê her mirovekî me dikare tiştekî bike. Gerîla bi rengekî fedaî şer dike. Em bang li ciwanan dikin ku tevli nava refên gerîla bibin. Her wiha yên ku hêza xwe hene divê li qadan, li kolanan dengê berxwedanê bigihînin her kesî. Yên ku hêza xwe têra vî tiştî nake dikarin li gorî baweriya xwe dua bikin û serketinê bixwazin. Ji bo têkbirina van êrişên ku bi piştgiriya gelek hêzên navneteweyî û herêmî tên kirin, berpirsyariya dîrokî ya her kesî ye. Dem hatiye ku ji bo bicihanîna vê berpirsyariyê bikevin nava liv û tevgerê. Em ê teqez bi ser bikevin û Rêberê xwe azad bikin. Serketin wê teqez misoger bibe. Serketin wê ya gerîlayên ku bi fedaî şer dikin û gelê me yê li ber xwe dide, be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar