Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Girtiyên jin banga piştevaniyê kirin

Girtiyên jin ên ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Ocalan were rakirin di greva birçîbûnê de ne banga geşkirina piştevaniyê kirin

Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’î ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan were rakirin li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de dane destpêkirin, di roja heştan de didome. Girtiyên jin ên ku pêşengî ji greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin bi rêya telefonê peyam dan.

Di peyamê ku li ser navê Sevda Yeşîlkaya, Hazîne Alçi, Dîlan Turan û Eylem Ozer hate dayîn de, salvegera damezirandinê ya PKK’ê hate pîrozkirin, bang li gelê kurd û dostên wan hate kirin ku ji bo şikandina tecrîdê berxwedan were geşkirin.

Girtiyên jin diyar kirin ku wan bi giyanê yek ji fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager ev berxwedan dane destpêkirin û xwestin ku tecrîda girankirî ku bi salan e li ser Rêberê Gelê Kurd didome demildest were rakirin.

Girtiyan bi bîr xistin k udi sala 2018’an de bi vê armancê ew ketine greva birçîbûnê û çalakiya wan encam daye û wiha gotin: “Em hazir in ku ji bo Rêber Apo her tiştî bikin, moralê me pir geş e.”

Girtiyên jin gotin ku girtiyên ku hazir in dest bi greva birçîbûnê bikin bi kelecaniyeke mezin in û ev bang li gelê kurd û dostên kurdan kirin: “Li dijî tecrîda li Îmraliyê divê her kes rabe ser pêyan, ji ber ku Rêber Apo ne tenê yê gelê kurd, rêberê hemû gelan e. Ev banga me bi taybetî ji bo ciwanan û jinan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar