Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtiyên jin bi nameyekî behsa sekna Zulfiye Kîşmîr kirin

Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û bêyî îdianameya wê bê amadekirin, ev salek zêde ye di girtîgehê de ye.  Hevalên wê yên girtîgehê têkildarî rewşa Kîşmîr ku ev 28 roj in li dijî tecrîdê di grevê de ye, nameyek nivîsandin û bi gotina ‘Jinek, dayikek, şoreşger û niha jî berxwedêr e’  wê vegotin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 141’emîn de didome. Piştî Guven bi heman daxwazê li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtî tev li grevê bûn û ji 1’ê Adarê û şûnde hejmara girtiyên ketin grevê gihişt 7 hezarî.

Yek ji girtiyên ku ketiye greva birçîbûnê hevşaredara Pîranê ya Amedê Zulfiye Kîşmîr a li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye û qeyûm tayînî şûna wê bûye. Kîşmîr di 1’ê Adarê de tev li greva birçîbûnê bûye û bi hesreta kurê xwe yê 15 salî yê nexweşê epîlepsî Alîş, di şertên girtîgehê de têkoşînê dide.

‘Jinek, dayikek, şoreşgerek û niha jî berxwedêrek e’

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê der barê rewşa Kîşmîr de nameyek nivîsîn û ev tişt anîn ziman: “Kesên ku rastiyên civakî û hemû tiştên hatine jiyîn ji xwe re kirine rê û tê de dimeşin hene. Yek ji van rêwiyên pêvajoya dîrokî jî Zulfiye Kîşmîr e. Dayikek, jinek, şoreşgerek û niha jî berxwedêrek e.  Zulfiye heval li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tev li xeleka berxwedanê bû. Tevlibûna hevala Zulfiye bi qasî dilê wê mezin e.

Zulfiye salek berê ketiye girtîgehê. Hewl dide berpirsyariya xwe ya pêvajoyê bi cih bîne. Dema siyasetê de cih digire, hemû fikarên xwe dide aliyekî. Dayika 3 zarokan e.  Jinek zewicandiye; di serî de ji zarokên xwe re dibêje ‘Jiyan wisa nameşe, wisa nayê qebûlkirin.’ Heta ket girtîgehê jî di siyasetê de cihê xwe girt. Hebûna herî xweşik a li derve Zulfiyeyê dipê jî kurê wê Alîş e. Alîş nexweşê epîlepsî ye.  Nikare bimeşe û biaxive. Tevî 15 salî ye jî wek zarokek dijî. Lê Zulfiye di jiyana xwe de vê bi hevalên xwe nade hîskirin û bi coş û moralek mezin têkoşîna jiyanê dide. Hezkirina wê ya hevalên wê ji çavên wê diyar dibe.  Sekna wê gelek xurt e. Ji ber vê ye ku gelek tê hezkirin.

Hevala Zulfiye xwedî seknek xurt û zelal e. Di 17 salî de malbata wê bi tirsa ku dê tev li gerîla bibe bi zorê dizewicînin.  Birayê wê tev li dibe. Ewil vê bi cesareta mêr ve girê dide. Lê di nav demê de fêm dike ku her tişt bi îradeyê pêkan e. Zulfiye diyar dike ku ‘ew bi pevçûnên bi malbata xwe re hatiye vê astê.’

Hevala Zulfiye ji 1’ê Adarê ve di nav berxwedanê de cih digire. Zulfiye diyar dike ku wê bibe xwedî sekneke ku xeyalên nîvco mayî yên Ugur, Zulkuf, Ayten, Zehra û Medyayê wê bi serkeftinê tacîdar bike. Em jî hevalên Zulfiyeyê diyar dikin ku li dora sekna xurt a gelê kurd û jinên kurd bibin xelek û bi biryar têkoşîna xwe bidin meşandin. Em dibêjin ‘Yan jiyanek azad an jî qet’.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar