Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtiyên kal ên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin

Girtiyên nexweş Mûzaffer Çakmak (65) û Ferîdûn Gunbegî (60) li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dimînin. Bi Çakmak re nexweşiyên KOAH, astima kronîk, nexweşiya dil û hestiyan, bi Gunbegî re jî nexweşiya çolyakê heye. Têkildarî rewşa girtiyên nexweş parêzerê wan Hîdayet Enmek axivî û da zanîn ku muwekîlên wî bi mirinê re rû bi rû ne.

Enmek da zanîn ku muwekîlên wî di dema êrîşa di 9’ê cotmeha 2019’an a li dijî Rojava de hatine girtin û wiha domand: “Muwekîlên min nexweş in û divê bên berdan. Muwekîlên min ji ber ku endamên KCD’ê ne hatine girtin. Bi vê re dixwazin KCD’ê îllegalîze bikin. Ji ber şewba koronayê jiyana muwekîlên min di talûkeyê de ye. Ji bo berdana wan me serlêdan kir lê esas nehatin girtin. Muwekîlê min çakmak di şertên nebaş de dimîne. Weke ku tê zanîn şewb herî zêde bandorê li kesên nexweşên kronîk dike. Tevî vê jî darazê muwekîlê min berneda. Ango bi mirinê re rû bi rû hişt.”

‘Der barê muwekîlên min de tu delîleke şênber nînin’

Bi domdarî jî Enmek destnîşan kir ku muwekîlê wî Gunbegî jî nexweşê çolyakê ye û wiha bi dawî kir: “Nexweşiyeke giran e û tedawiya wê nîne. Kesên bi vê nexweşiyê dikevin ji bilî zexîreyên glûtenî nikarin tişteke din bixwin. Malbat jê re zexîreyan dişîne lê heta didinê carna hefteyek derbas dibe. Lewma her tim laşê wî lawaz e. Ev mirov ji ber fikrên xwe yên siyasî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Der barê muwekîlên min de tu delîleke şênber nîne.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar