Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtiyên li Almanyayê ji bo Ocalan dikevin greva birçîbûnê

Sendîkaya Girtiyên Siyasî yên Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo piştgiriya bi çalakiya Guven û girtiyên siyasî ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, di 1’ê sibatê li gelek girtîgehên Almanyayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdarê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û bi tevlêbûna zêdetirî 240 girtî û bi dehan çalakvanên li derveyî welat hatiye destpêkirin, didome. Piştgiriya bi çalakiyê re her ku diçe befirehtir dibe. Di vê çarçoveyê de Sendîkaya Girtiyên Siyasî yên li Almanyayê “Gefangenen-Gewerkschaft/Bundesweite Organisation” ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê, bang kir.

Di daxuyaniyê de koma piştgiriya bi mehkûman re ya li Berlînê bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê. Sendîkayê ragihand ku ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî yên kurd re dest bi çalkiyê kiriye. Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Ocalan û çalakiya Guven û girtiyên siyasî hat bibîrxistin. Daxuyanî wiha dom kir: “Ji bo bidawîkirina bêdengiya Almanyayê ya li dijî vê çalakiyê, em jî dest bi çalakiyên piştevaniyê dikin.”

Di 1’ê sibatê de dest bi çalakiyê dikin

Sendîkayê ragihand ku dê di vê çarçoveyê de li ser rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê agahiyê bidin raya giştî, nameyên protestoyî ji sefaretxane û saziyên dewletê re bişînin û nameyên piştgiriyê ji girtiyên kurd re bişînin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Girtiyên siyasî yên li girtîgehên cuda yên Almanyayê, ji bo sê rojan dê bikevin greva birçîbûnê. Grev dê di 1’ê sibatê de dest pê bike û heta 3’yê sibatê bidome. Ji Ocalan re azadî, ji girtiyên siyasî yên kurd re azadî, ji herkesî re azadî.” BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar