Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Girtiyên li girtîgeha Evînê çalakiya rûniştinê pêk tînin û banga xwedîderketinê dikin

Lî girtîgeha Jinan a Êvînê 7 girtiyên jin ên siyasî, salvegera berxwedana Jin-Jiyan-Azadî silav kirin û gotin: "Em daxwaz ji hemû raya giştî û gelên demokratîk dikin ku bibin dengê gelê Îranê û xwepêşanderan.”

7 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Êvîn a Îranê, ji 14’ê îlonê ve bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana ‘Jin jiyan azadî’ li hewşa girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Li gorî nûçeya JÎNHA’yê girtiyên bi navê Azadeh Abedînî, Sepîde Qalian, Şakîla Monfered, Golrokh Îraî, Nerges Mihemedî, Mahbobeh Rezayî û Vîda Rabbanî bi peyama ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a parêzvana mafên mirovan Narges Mihemedî parve kirin, çalakiya xwe vegotin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em weke girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê ji 14’ê îlonê ve li hewşa girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin û piştgiriyê didin gelê xwe û hikûmetê şermezar dikin.

Salek bi ser qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ji aliyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve derbas bû. Li dijî qetilkirina xort û keçên welatê me yên li kolan û girtîgehan, korkirina xwepêşanderan, girtin û îşkence nefreta me mezin dike û di ruhê me de birînek e. Motivasyon û baweriya me heye ku em heta kêliya xwe ya serkeftinê têkoşînê bidomînin.

Em weke girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Êvînê piştgiriyê didin gelên Îranê yên ji bo azadî û wekheviyê têkoşin. Em polîtîkayên tund, zordar û hovane yên oldarên otorîter protesto dikin. Ji 14’ê îlonê ve em bi gelê kurd û Îranê re li hewşa Girtîgeha Jinan a Êvînê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Em daxwaz ji hemû raya giştî û gelên demokratîk dikin ku bibin dengê gelê Îranê û xwepêşanderan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar