Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtiyên li Wanê serî li ÎHD’ê dan

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, nameyek ji ÎHD’ê ya Wanê re şandin û bi 5 sernavan binpêkirinên mafan rêz kirin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de nameyek ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Wanê re şandin. Girtiyên name ji ÎHD’ê re şandin diyar kirin ku mafên wan ên hiqûqî, tenduristî û îdarî tên bipêkirin.

Abdulkadir Nas di nameya li ser navê girtiyan şand de wiha got: “Berî her tiştî, em dixwazin bêjin ku em di ferqa rojeva heyî de ne. Di rojevên wiha yên germ de, me xwest em bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn, ji were binivîsin.”

Nas nameya ku bi 5 sernavan nivîsand wiha ye:

“Hiqûqî 

  • Mafê berdana kontrolê ji me girtine.
  • Destûr nayê dayîn ku girtiyên bê alî derbasî gel girtiyên bi alî bibin û gef li wan tê xwarin.
  • Qawîşên girtiyan naguherînin
  • Amûrên kargoyê nadin û bê destûr kargoyan vedikin.
  • Kesên sîvîl ên xwe weke îstixbaretê didin nasîn, dibin navê ‘hevdîtina parêzeran’ de bangî hevalên me dikin û gefan li wan dixwin.
  • Pirtûkan qedexe dikin û nadin girtiyan.
  • Nameyan paşve dişinin û nameyan winda dikin.
  • Daxwaznameyên ji bo îdarê tên şandin bê bersiv dimînin û dîsa daxwaznameyên ji bo Wezareta Dadê û saziyên din tên nivîsandin, nayên şandin.  

Tenduristî 

  • Sewqên nexweşxanê nayê kirin.
  • Di nava mehekê de, ji qawîşên 26-27 girtî lê dimînin, tenê 6 girtî derxistine revîrê.
  • Dermanên hevalên nexweşiyên wan ên kronîk hene nadin wan û dema didin jî, dereng didin
  • Xwarinên tên çêkirin ne paqij in.
  • Ji bo xwarinên diyetê tim pirsgirêkan derdixin.

Îdarî 

  • Ji bo fealiyeta çand, spor û civakî tenê sê girtiyan derdixin.
  • Beyî ku tu hincet nîşan bidin, radyoyên ku di kantînê de tên firotin, kom kirin.
  • Ji bo ku girtî pênûs û defterên nîşeyan ji kantînê bikirin, ji bo yên derve destûr nayê dayîn.
  • Ji bo  hevalên nû tên girtîgehê galgeh û çarşev nadin wan.
  • Kapasiteya qawîşan derbas kiriye.
  • Girtiyên nexweş ên dibin nexweşxanê, bi saetan di odeyeke 4 metreyan de digirin.
  • Amûrên ku malbat ji girtiyan re tînin nadin wan.
  • Deriyên baxçeyan bi şev pir zû digirin û serê sibê jî dereng vedikin.
  • Ava germ têra serşûştina girtiyan nake.

Derbarê hevdîtinê de 

  • Bi awayekê keyfî ziyaretvanan di lêgerîna zirav re derbas dikin.
  • Ziyaretvanan 4-5 saetan dereng digirin hevdîtinê.
  • Di dema hevdîtina vekirî de, gardiyan tim di navbera maseyan de tên û diçin û malbatan aciz dikin.

Zilm û îşkence 

  • Bi zorê qawişa girtiyên jin guhertin û mudaxileya fîzîkî kirin.
  • Ferzkirina lêgerîna tazî.
  • Ji bo girtiyên nû tên girtîgehê derbasî qawîşên bê alîayan bibin gef  li wan tê xwarin û girtiyên vê qebûl nakin jî rastî îşkence û tundiya fîzîkî tên.
  • Girtiyan sîrgûn dikin. WAN
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar