Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Girtiyên nexweş avêtine hucreyan

Li Girtîgeha Xarpêtê li gel rapora bijîşkan ku dibêje girtî Beyar Ugurlu û Celîl Keskîn divê nexin hucreyên yek kesî jî lê di hucreyên yek kesî de tên ragirtin

Parêzer Şivan Cemîl Ozen ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê miwekîlên xwe ziyaret kir, binpêkirinên mafan ên miwekîlê wî jê re ragihandine vegot. Parêzer Ozen da zanîn ku li gel rapora girtî Beyar Ugurlu, Celîl Keskîn û Mehmet Dursun a divê di hucreyên yek kesî de neyên girtin jî heye lê wan xistine hucreyan. Ozen anî ziman ku Girtîgeha Xarpêtê dest ji pêkanînên dij mirovane bernedaye û binpêkirinên mafan diqewimin pêwîste veguhezin darazê.

Ozen diyar kir ku rêveberiya girtîgehê ne bi nivîskî bi devkî bersiv daye daxwaznameya girtiyan û binpêkirinên mafan ên miwekîlê wî jê re ragihandiye û wiha vegot: “Ji 4’ê tebaxê ve gardiyan dikevin qawîşan û bi copan li girtiyan dane. Girtiyan yek bi yek raporên lêdanê wergirtine. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Daxwaznameya girtiyan a ku di hevdîtina vekirî de malbat dikaribin bi rehetî zarokên xwe hembêz bikin nehatiye qebûlkirin. Werzîj û sohbet tenê di navbera sê qawîşan de pêk tê. Îtîraza li hember vê hatiye kirin jî ji aliyê girtîgehê ve hatiye betalkirin. Gardiyan di demên hevdîtinan de heqaretê li girtiyan dikin û tevgerên tevdanê dikin. 40 kesên li qawîşên di 3 kesî de avêtine hucreyan jî. Biryara hucreyê li ser îstîxbaratê pêk hatiye. Beyar Ugurlu û Celîl Keskîn ên nikarin bi tena serê xwe bijîn jî avêtine hucreyên yek yesî. Tevî ku raporên wan ên divê nexin hucreyan jî lê wan xistine hucreyê. Mehmet Dursun ê fitiqa piştê pê re heye û nikare pêdiviyên xwe bibîne li qawîşa B2 bi girtiyek nexeş û girtiyek extiyar re dimîne. Gardiyan bi ser odeyan ve digirin û hemû pêkanînan dikin. Hemû mafên girtiyan desteser dikin. Tevî giliyê van pêkanînan ji dozgeriyê hatiye kirin jî lê dozger derbarê vê yekê de agahî nade.”

Ozen da zanîn ku ji bo ev binpêkirin bi dawî bibe ew ê hemû rêyên hiqûqê bixin dewrê û dê hemû binpêkirinan veguhezînin darazê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar