Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Girtiyên nexweş bi zanebûn terkî mirinê dikin’

Parêzer Yûsûf Erdogan diyar kir ku dewlet girtiyên nexweş yan gava tehliyeya wan re demeke kurt dimîne, serbest berdide yan jî bernade dibe sedem ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin û wiha got: “Li vir rewşa rûbirûhiştina ji mirinê re derdikeve holê. Ev yek vediguhere pêkanîna xirab û êşkenceya dirêjkirî. Bi zanebûnî girtyên nexweş terkî dikin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di faşîzmê tu sînar nas nakin û pêkanînên dermorivahî li ser gelan dimeşînin. Ji ber faşîzma AKP-MHP’ê gelek girtiyên nezweş jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweş ên giran tevî hemû hewldanan jî nayên tehlîyekirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) niha li girtîgehan 1517 girtiyên nexweş hene ku 651 ji wan ên giran in.

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’êYûsûf Erdogan rewşa girtiyên nexweş ji nêz ve dişopîne û têkildarî girtiyên nexweş axivî. Yûsûf Erdogan anî ziman ku li Tirkiyeyê tevî hikumet diguherin jî polîtîkayên têkildarî girtiyên nexweş nayên guhertin û ev yek anîn ziman: ‘’Di lêkolînên têkildarî girtiyên nexweş de mezintirîn pirsgirêka ku derdikeve pêşiya me ew e ku  girtî her çend nexweş nebin jî di pêvajoya înfazê de ji ber şert û mercên girtîgehan ên xirab nexweşî li cem wan peyda dibin. Hin girtî ji ber ku nexweş in ji ber şert û mercên girtîgehan nexweşiyên wan zêdetir dibin. Girtiyên ku nexweşiyên wan tune ne jî ji ber şert û mercên xirab, nexweş dibin.’’

Parêzer Yûsûf Erdogan bal kişand ku ji aliyê girtiyên nexweş û malbatên wan ve ji bo binpêkirinên mafên li girtîgehan ji komeleya wan re gelekî serîlêdan tên kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Bi taybetî jî di sewqkirina nexweşan a ji bo nexweşxaneyan de gelek pirsgirêk hene. Bi taybetî jî pirsgirêka girtiyên nexweş ên ku nikarin bi tena serê xwe di girtîgehan de bimînin, pir zêde di rojevê de ye ku ji ber raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) tehlîyekirina wan tê astengkirin. Ev pirsgirêk ji berê heya niha heye. Em di raporên xwe de vê yekê diyar dikin. Tevî raporên baştirîn nexweşxaneyan jî ku biryar dide ku girtî ji ber nexweşiya xwe nikare li girtîgehê ‘’bimîne’’ jî ji ber raporên ATK’yê ku ew jî dibêje ku dikare li girtîgehê bimîne,  niha gelekî girtiyên nexweş li girtîgehan dimînin. Piştî gelek raporên ATK’yê  girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Ev pirsgirêk girêdayî serxwebûn û bêalîbûna ATK’yê ye.’’

Yusuf Erdogan pêvajoya ku girtiyên nexweş û yên temenmezin di demên dawiyê de dijîn weke êşkenceyê destnîşan kir û got: ‘’Bi taybetî jî Makbûle Ozer a li Wanê ya 81 salî tevî ku rapora ATK’yê ya ewil erênî jî bû  ji ber ku rapora ATK’yê ya duyem ne erênî bû,  dubare ew sewqkirin girtîgehê. Her wiha minaka  Abdûlalîm Kaya jî heye. Tevî ku ew jî temen mezin e û nexweş e jî  ji aliyê ATK’yê ve  ji bo wî raporeke erênî dernakeve. Hewce ye rêxistinên mafên mirovan têkildarî rewşa girtiyên nexweş helwesta nîşan bidin. Bi awayekî zelal li holê ye ku tehliyeya girtiyên nexweş ên sîyasî tên astengkirin. Têkildarî tehliyeya wan du standartiyek heye û hewce ye ew yek ji holê rabe.’’

Erdogan destnîşan kir ku girtiyên nexweş li  girtîgehan bi mirinê re rû bi rû tên hiştin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ’’Mînaka Mehmet Emîn Ozkan li pêşiya me ye. Piştî gelek hewldanan biryar haye dayîn ku were tehlîyekirin. A rastî dewlet girtiyên nexweş an gava tehliyeya wan re demeke kurt dimîne, serbest berdide yan jî bernade dibe sedem ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin. Li vir rewşa rûbirûhiştina ji mirinê re derdikeve holê. Ev yek vediguhere miameleya xirab û êşkenceya dirêjkirî. Ev rewş her ku diçe zêdetir dibe.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar