Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Girtiyên nexweş divê bê şert û merc bên berdan’

Ji koma Gorulmuşturê nivîskar Adil Okay diyar kir ku dengê girtiyên nexweş nayê bihîstin û divê bê şert û merc bên berdan. Okay diyar kir ku dewlet guh nade raporên saziyên tenduristiyê û sepanên kêfî hene

Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibin. Li hêla din gelek girtiyên nexweş li girtîgehan hene û rewşa gelekan jê jî di asteke xetere de ye. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkiyeyê 458 jê giran, bi giştî hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Ji koma Gorulmuşturê nivîskar Adil Okay têkildarî mijarê ji MA’yê re axivî.

Adil Okay anî ziman ku bi salan e dengê girtiyên nexweş nayê bihîstin û wiha got: “Raporên saziyên tiba edlî kêm in û alîgir in. Lê belê dewlet guh nade raporên van bijîşkên xwe bi xwe jî. Ango guh nade qanûnên xwe. Qedexeyeke li girtîgehekê li ya din tune ye. Ango sepanên keyfî hene. Divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan. Neberdana girtiyên nexweş ên li ber mirinê, durûtî ye.”

Binpêkirinên li dijî girtiyan

Bi berdewamî jî Okay got ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û wiha domand: “Di nameyan de girtî her tim qala binpêkirinan dikin. Çend roj berê girtiyê bi navê Kamîl Turhanoglu nameyek şande û di got; ‘Ez nayêm dermankirin û carnan jî dermankirina bi kelemçeyê li min ferz dikin. Ez jî vê red dikim.’ Girtî bi zorê li rîngê siwar dibe. Li nexweşxaneyê kelemçeyên wan nayên vekirin. Di vê sepanê de hem rêveberiya girtîgehê û hem jî cendirme û bijîşk sûcdar in.”

Pêşangeh vekirin

Herî dawî jî Okay wiha got: “Piştgiriya me ya bi girtiyên nexweş re didome. Me ji bo vê hin xebat meşandin. Me demek berê pêşangeha karîkaturan a bi navê ‘Ên dîwaran qul dikin’ li dar xist. Me ji girtiyan xwest ku bi mijara ‘azadiyê’ ji me re xêzan bişînin. 22 girtiyan şand û me jî pêşangehek vekir. Piştî Tirkiyeyê dê pêşangeh li Ewropayê jî bê vekirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar