Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Girtiyên nexweş wijdanê hevpar ên civakê ne

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo xizmên girtiyan ên li Baroya Amedê 'Nobeda Edaletê' didomînin, nameya piştigiriyê şand. Guven di nameya xwe de da zanîn ku divê civak ji bo girtiyên nexweş bikevin nav tevgerê

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtiyên cezayê wan hatiye taloqkirin û nayên berdan a li Baroya Amedê di roja 43’emîn berdewam dike. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, Rêxistina HDP’ê ya Yenîşehirê, MED TUHAD-FED, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Keça Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Sabiha Temîzkan û gelek kes serdana malbatan kirin û piştevaniyê dan wan.

Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Sunay Aslan nameya piştevaniyê ya Leyla Guven ku li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye ji bo Nobeda Edaletê şandibû xwend.

Nameya Guven wiha ye:

“Ji bo girtiyên nexweş û malbatên bi nirx;

Bi rêya parêzerên xwe em hîn bûn ku we li Amedê dest bi serhildanê kirine. Em vê nobeda ji bo girtiyên nexweş gelekî bi wate dibînin û em bejna xwe li ber vê serhildanê ditewînin. Daxwaza we daxwaza hemû gelê kurd e. Ev dewlet ji girtiyên nexweş ditirse. Ev îktîdar dijminatiya gelê kurd dike. Ev îktîdar kesên li hemberî wan digirî û poşman dibin dixwaze. Lê belê girtiyên di zindanan de tevî hemû zehmetiyan serî netewandin. Girtiyên di zindanan de dewsa merhametê bixwazin bi tabûtê ji zindanan derketin. Dê nifşên nû bi serhildana li girtîgehan serbilind bin.

Malbatên bi nirx;

Nobeda we daye destpêkirin bêguman girîng e. Lê têrê nake. Çimkî ev ne tenê pirsgirêka we ye. Meseleya girtiyên nexweş wijdanê hevpar ê civakê ye. Loma divê hemû rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, malbatên 10 hezar girtiyên polîtîk, gelê me yê bi nirx divê bi hev re li Nobeda Edaletê xwedî derkevin. Di şexsê malbatên dest bi nobeta edaletê kirine de ji hemû gelê me re rêzê digirim.

Leyla Guven

04.12.2021” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar