Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtiyên PKK û PAJK’ê 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Navenda Nûçeyan |

Girtiyên PKK û PAJK’ê derbarê komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Li ser navê girtiyan daxuyanî ji aliye Denîz Kaya ve hat dayîn.

Daxuyaniya ku Denîz Kaya li ser girtiyên siyasî da wiha ye: “Em sala 22’yemîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêbertiya xwe li pey xwe dihêlin, dikevin sala 23’yemîn. Di serî de hêzên komploger û komploya 9’ê Cotmehê ya hêzên kapîtalîst ên bê exlaq ku taybet li dijî Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelên hejar lenet dikin.

Komployeke wiha nemerd, bê exlaq û wijdan şibandina nemrûdan û fîravûnan wê kêm bimîne. Bê exlaqiya modernîteya kapîtalîst a dewama nemrûdan û fîravûnan heta ji wan hê wêdetir, bi aliyê xwe yê herî zelal di komploya navneteweyî de mirov dikare bibîne. Di vê pêvajoya 22 salî de berxwedana fedayî ya herî mezin a dîrokê ya bê eman ku bi pêşengtiya şehîdên em yên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ didomînin. Jixwe bi berxwedaneke wiha dîrokî û fedayî mirov dikare asta kurewî de têkoşînê bi komployê re bike û vala derbixe. Tevgera Azadiyê ya ku pêşketinên mezin ên di Şoreşa Rojava ya jinê û Kurdistanê de bi dest xistin, hem projeyên hêzên navneteweyî û hêzên herêmî asteng kir. Di vê pêvajoya 22 salî de di şexsê Rêbertiya me de li zindanan berxwedanekî bê hempa hate kirin.

Di serî de dewleta tirk û hêzên komploger armanca wan esareta Rêbertiya me û tesfiyekirina tevgera me bû, li ber vê gelê me li dorî Rêbertiya xwe bû yek, bi berxwedanê pêşwazî kirin. Nekarîn xeleka agir a li dorî Rêbertiya me hatî çêkirin parçe bikin. Komploya navneteweyî ya ku dixwest Rêbertiya me îmha bike, bi berxwedana Rêbertiya me ya li Îmraliyê vala derket. Noqteya ku em îro gihiştiyê ew e ku; bi biryardarî û armancên xwe faşîzma li zindan û Kurdistanê tê bibin, Rêbertiya xwe û gelê xwe azad bikin. Bi vê boneyê di şesxê Aynûr, Kurdê, Halîl ên bi dirûşma azadiya Rêbertiya me azadiya jinê, gel û mirovahiyê ye bi çalakiyên fedayî yên ku ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ hemû şehîdên xwe carekî din bi minet bi bîr tînin.

Di dîroka têkoşîna zindanan a partiya me de, weke tê dîtin faşîzm hê zêdetir li zindanan diyarker e. Di têkoşîna me ya 40 salî de her wiha bû; ji çanda berxwedanê ya Mezlûm Dogan, Sara û 14’ê Tîrmehê heta roja îro li dijî faşîzmê çanda berxwedanê tim domiyaye. Têkoşîn û berxwedan rast rêxistinkirin, li gorî ruhê pêvajo û pêngavê nêzîk bûye û encamên mezin girtiye dest, sûdên mezin daye Rêbertî, têkoşîna azadiyê. Herî dawî di dîroka têkoşîna me ya zindanê de li gorî pêvajo û girêdanê 6 mehên destpêkê greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger û piştre jî bi rojiya mirinê ev rewş bi vekirî raxiste ber çavan. Rêxistina bi felsefeya Rêbertî û azadiyê, dîsa berxwedana ruhê fedayî, bawerî û biryardarî bi teqez wê têkoşînê bigihîne serketinê. Mînaka vê ya herî ber bi çav berxwedana hevrêyên me ya Cenga Heftanînê ye ku bi ruhê milîtantiyê çalakî dikin û derbên giran li dijmin dixin û şehîd dibin e.

Tevgera me bi pêngava ku ‘Pêngava tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ ya ku payîza 2018’an heta gulana 2019’an dom kir, tecrîda li ser Rêbertiya me hinek sist kir û serketinên berbiçav bi xwe re anî. Polîtîkayên îmha û înkarê ya bi MGK’ê dihate birêvebirin, hatin valaderxistin, ji polîtîkayên dixwestin pêk bînin jî gav bi şûn ve dan avêtin, li pêşberî berxwedana di serî de ya gelê me û zindanan neçar ma ku parêzer biçin Îmralî hevdîtinê bikin. Berxwedana me ji bo derdorên demokratîk ên li dijî bloka AKP-MHP a faşîst û qirker bûn hêvî. Hate dîtin ku faşîzma ku ewqas bi hêz dihate dîtin, çiqasî ji berxwedanê ditirse û li pêşberî wê bê çare ye. Ev ser ketin ji derveyî serketina ji bo tevger û gelê me zêdetir, ji bo gelek beşên din ên digotin faşîzma AKP-MHP’ê gav navêjin bû hêvî. Pêngava me faşîzma AKP-MHP’ê anî wê nuqteyê ya ku mirov bêje li ber zinarê ye wê di cih de be.

Armanca esasî dawîanîna faşîzm û mêtingeriya AKP-MHP’ê ye. Em milîtanên PKK’î û PAJK’ê xwedî li pêngavên tevgera xwe ya KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ û KJK’ê ya ‘Li djiî qirkirina jinê, dem dema azadiya jinê û parastina civakê ye’ piştgirî û xwedî lê derdikevin. Dema ku mirov li ser vê rastiyê bikeve tevgerê, komplo di serî de li dijî îdeolojiya jina azad a Rêbertiya me pêşxistî ye, xwedî li pêngavên ku Tevgera Azadiyê derdikevin, em ê ji bo vê pêngavê di nava têkoşîn û lêhûrbûnê de bin. Em jî wê li zindanan li gorî pêvajo û ruhê pêngavê xwe rêxistin bikin.

Bi têkoşîna Rêbertî, şehîd û gelê me faşîzma AKP-MHP’ê nuqteya gihiştiyê li ber zinar e, tişta ku dikeve ser milê me bi rêxistin û cesaret bi xurtî tev li pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ bibin. Bang li gel dikin ku bi xurtî tev li pêngavê û têkoşînê bibin.

Bi vê boneyê komploya 9’ê Cotmehê lenet dikin; bang li her kesê dikin ji bo têkbirina tecrîdê bi xurtî tev li çalakiyên 10’ê Cotmehê ya Roja Azadiya Kurevî ya Rêbertiya me bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar