Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Girtiyên PKK û PAJK’ê: Niha dema berxwedanê ye!

Girtiyên PKK û PAJK'î di peyama xwe de gotin ku li girtîgehan zext û êrîş ji salên 90'î bihurî ye û wiha gotin: “Kes nikare vîna me teslîm bigire û niha dema berxwedanê ye.”

Navenda Nûçeyan

Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. Greva girtiyan bi tevlibûnê nû ev 16 roj in didome. Li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê Îsyan Kaya peyamek parve kir û bal kişande ser zextên zêde yên li girtîgehan.

Kaya diyar kir zextên li zindana ji salên 90’î bihurî ye, girtîgeha bûne weke malên HMD (Hin Me Dişopînin), dixwazin ku vîrûsê di girtiyan bigerînin û bikujin û banga bihistiyariyê kir.

Kaya destnîşan kir ku niha dema berxwedanê ye û bi bîr xist ku gelê kurd ev sed sal in li dijî înkar, îmha û qirkirinê ji bo hebûna xwe bidomîne li ber xwe dide, ev çar sal in bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ji bo gelê Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi rengekî bibe hêviya azadiyê têdikoşin.

Biryara tasfiyekirin û rûxandinê

Di peyamê de hat diyarkirin ku di hevdîtinên piştî 2012’yan de desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku dîtî wê nikaribin Tevgera Azadiyê bi lîstik, krîmînalîzekirinê tasfiye bike û teslîm bigire û bêgav bimîne ku were ser çaresreiyê 2015’an li dijî gelê kurd û Tevgera Azadiyê biryara tasfiyekirin û rûxandinê daye, ev hedef û polîtîkayên bi karakterê faşîst bi rengê krîza aborî, kirinên antî demokratîk, asîmîlasyon, komkujiyên jinan û binpêkirina mafan li gelên Tirkiyeyê vegeriyaye, Tirkiye di bin vê zilmê de ku bi hêla korona re bûye yek dinale.

Kaya da zanîn ku operasyonên li ser çar parçeyên Kurdistanê, tevgera dagirker a li ser Rojava û Başûr û girtin û binçavkirinên li ser qada legal hemû weke parçeyek ji vê plana rûxandinê de hatine geşkirin û têne geşkirin û wiha domand: “Hevlayenî operasyonên derve li ser zindanan jî îşkence, qespkirinên mafan û zext hatine zêdekirin,  girîng e ku em zanibin êrîşeke çawa ya tasfiyekirinê li ser gel û girtiyan heye û dev ji jiyana normal û tevgerên hînbûyî biqerin. Ji ber ku tundiya li ser girtiyan û êrîşa tasfiyekirinê ji ya salên 90’î pir zêdetir e.”

Rayeya bêsînor

Kaya bi berdewamî bi bîr xist ku piştî berxwedana 2018-2019’an,  sergirtin û talana li ser sedan girtîgehan ku pêşî 6’ê kanûna 2019’an dane destpêkirin û yên piştî 13’yê adarê nîşan dide bê ka polîtîkayeke çawa tê rêvebirin, bi serdegirtinên 13’yê adara 2020’an pirtûkên girtiyan, her cure xebatên nivîsan, name û defteran birine, tu sedemeke hiqûqî jî ji bo vê destliserdanînê nehatiye nîşan dan, piraniya meteryalên ku birine piraniya wan nedane wan û sedema hiqûqî û biryara wê jî şanî wan nedane.

Di peyamê de Kaya diyar kir bi giştînameyên ku hatine derxistin rayeya bêsînor dane rêveberiyên girtîgehan, ev jî bûye sedem ku li girtîgehan zilm bigihije asteke bêhed û wiha pêde çû: “Wiha xuya dike ku rêveberên îdarî û personel ji wan in, tim faşîzm wê hebe, bêdawî be, hesab ji van kirinan neyê pirsîn. Aşkera ye ku dixapin. Ev 40 sal in tu desthilat li bara Tevgera Azadiyê nemaye, nekarîn xwe ji hesabdayinê xilas bikin.”

Her tişt hatiye qedexekirin

Kaya bi bîr xist ku hema li pey hêla koronayê bi hinceta rîska mirinê bi yasaya înfazê çete, kujer,  faşîst ji girtîgehê hatine derxistin, girtiyên siyasî li zindanan bi hêviya mirinê ve hatine hiştin û ev tişt anî ziman: “Bi sedan girtî bi vîrûsa koronayê ketine li gorî ya çapemeniyê de derketî lê hejmara rastî çend e texmîna wê jî nikarin bikin. Di meha cotmeh-mijdarê de li Girtîgeha Elbistanê hevalê me Muhammed Emîr, li Girtîgeha Tekîrdagê Sidki Berktaş ji ber koronayê û nehatin dermankirn şehîd bûn. Herdu jî 28 salan li zindanan li dijî her cure zilmê li ber xwe dan. Ew şehîdên berxwedaniya zindana, şehîdên teslîmnebûnê ne ku em soza azadiyê didin wan, sersaxiyê ji malbatên me, gelê me û hevrêyên me re dixwazin. Ji jiyan û şehîdbûna her hevrêyê me yê li zindanê dewlet berpirs e. Tu şand û derfeta girtiyan nîne ku hemû tişt girêdayî nêzîkatiya dewletê ye.”

Di berdewamê de Kaya diyar kir vê sala dawî bi hinceta koronayê hemû çalakiyên sportîf, qurs, hevdîtinên malbatan, her cure danûstandinên civakî hatine qedexekirin, li girtîgehan zex û zordarî, qedexebûn, desteserkirin zêde bûne, cotmehê bi giştînameyekê kurdî hatiye qedexekirin, pirtûkên kurdî ku biryara komkirinê li ser wan nîne biryar li ser wan hatiye standin ku bibin emniyetê, nahêlin xebatên wan ên nivîsa wêjeyî ji girtîgehê were derxistin, bi vê dikin hedef ku qada giyanî, zihnî û hilberandinê ya girtiyan têxin nav xelekê û wiha got: “Bi pergala ku hatiye danîn û bi qedexeyan girtîgeh bûne HMD (Hin Me Dişopînni), çi tiştê ku girtî bi malbata xwe re parve dikin, têne guhdarîkirin, qeyd kirin, tu cihek ku lê nayê guhdarîkirin, qeydkirin nehiştine.”

‘Hûn nikarin me teslîm bigirin’

Her wiha Kaya got ku li ser hîmê hevkariya Wezareta Dadê, Wezareta Navxwe, Midûrtiya Giştî ya Emniyetê û MÎT’ê yên tirk li ser zindanan operasyona rûxandin û tunekirinê sazkar e, 25’ê Mijdarê heftiya berxwedanê ya dijî tundiya li ser jinê û 27’ê di salvgera damezirandinê ya partiya wan PKK’ê de  bi girtina ser gelek girtîgehan, armanca dijminatiyê ya li ser jinan û kîn û nefreta li ser kurdan, armanca ku nexweşî tê gerandinê bi rengekî aşkera hatiye nîşandan, dema ku bi ser koxuşan de girtine, bi şêwazeke ku parçek kaxez jî nehêlin, xebatên ku girtiyan bi deh, bîst, sih salan hilberandin, çîrok, roman, nivîsên lêkolînê, name hatine desteserkirin, gardiyan bi pêlavan ketine qadê, bi pêlavan çûne ser nivînên girtiyan, bi eynî lepikan destê xwe dane kinc, xwarin, pirtûkên wan, her tiştê wan û wiha bi dawî kir: “Aşkera ye ku ev helkefta qetikirina hevrêyên me ye. Girtiyên azadiyê yên ku nikarin dîl bigirin, bi têgerîna vîrûsê bêyî tedawîkirina wan dixwazin wan bikujin. Rengekî din ê kuştinê jî ew e ku hilberandina ramanî, hîsî û her cure hilberandin tê astengkirin, bi vê kuştina civakî armanc dikin. Di serî de malbatên girtiyan, mirovên ku li Tirkiyeyê hê xwedî wijdan, xwedî nirxên mirovî, parêvanên mafê mirovan, demokrat, rewşenbîr, hunermend, çi kesê ku pêgirê gewheriya mirovahiyê divê bêdeng nemîne, dengê xwe geş bike.

Li hêlekê ku grêvên birçîbûnê bêdem û bidorveger didomin, li van girtîgehan ku ev êrîş dibin, bi rojane girtî bi dirûşmeyan, bi lêxistina li deriyan hewl didin ku dengê xwe bidin bihîstin.

Em girtiyên PKK û PAJK’î tam weke hevrêyên me yên ku li dijî komploya navdewletî gotin, em jî dibêjin hûn ê nikaribin me teslîm bigirin, birûxînin, we nekarî roja me tarî bikin û hûn ê nikaribin tarî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar