Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Girtiyên PKK û PAJK’ê: Xwedî li zindanan derkevin û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe didin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bal kişandin ser berxwedêriya zindanan û zilma li ser girtiyên azadiyê û wiha gotin: “Ji bo xwedîderketina li zindanan em bang dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe didin. Bi rastiya 'Ez serbilind im, min paşve gav neavêt' ku hevrêyê me Şakîr li me kir wesiyet, em têkoşînê li her qadê mezin bikin."

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya têkildarî êrîşên li zindanan ên desthilatdariya AKP-MHP’ê û qetilkirina Şakîr Tûran daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di encama polîtîkayên şerê taybet de ku rêxistina çete faşîst a AKP-MHP li zindanan bi cih tîne, hevrêyê me Şakîr Tûran ê 70 salî hate qetilkirin. Beriya şehadeta xwe di nava şert û mercên zehmet de bi malbata xwe re axivî bû û gotibû; ‘Serê min bilind e, min paş ve gav neavêt’ û bi vî rengî bû mînaka rastiya berxwedanê ya PKK’ê û welatparêziya Kurdistanê.

Di şexsê hevrê Şakîr de em şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin, ji malbata me ya hêja ya Tûran, xelkê me yê Stewrê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Şakîr ku hişmendiya welatparêziyê ya kûr di ruh û mejiyê xwe de jiya û da jiyîn, ji bo serkeftina têkoşîna azadiyê ya bi rûmet û mafdar a gelê me û azadiya Kurdistanê bi ser bikeve, xebitî. Ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve hate girtin û il zindana Tîpa L a Erzînganê hate bicihkirin.

Hevrêyê me Şakîr li hemberî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê û polîtîkaya serîtewandinê ya faşîzma AKP-MHP’ê ya li zindanan, bi ruh û rêbaza fedaî ya Apoyî li ber xwe da û bersiva pêwîst da dijmin.

Hevrêyê me Şakîr tevî ku 70 salî bû, di nava 4 mehan de 23 kîlo kêm kir û bi kansera qirikê jî bû nehate berdan ku ev yek karaktera rejîma faşîst û dijminatiya wê ya li gelê kurd nîşan dide.

Rêxistina çete ya AKP-MHP a faşîst ku hemû saziyên cemaweriyê xistiye destê xwe û van saziyan ji bo îmhakirina kurdan bi kar tîne, di qetilkirina hevrêyê me Şakîr de jî hema sazî bi kar anî û nîşan da ku kurd di nava komployeke çiqasî kûr de tê qetilkirin.

Hevrêyê me Şakîr radikin nexweşaneyê, lê belê ne rayedarên kontra yên li zindana Erzînganê ne jî rayedarên şerê taybet ên li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Erzînganê agahiyê didin malbatê. Piştî ku hevrêyên wî yên li zindanê agahiyê didin, hingî malbat pê dihese û piştî hewldanên demdirêj dikare xwe bigihîne hevrêyê me.

Saziya Tenduristiyê ya nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzînganê li gorî şerê taybet ê faşîzma AKP-MHP’ê tevgeriya û li gel ewqas pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî bi hevdengî di 25’ê çileya 2023 û herî dawî jî 10’ê tebaxa 2023’yan de biryar dan û gotin ‘pêwîstî bi taloqkirina cezayê wî nîne’.

Di serî de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, Wezareta Edaletê, rayedarên Girtîgehan, Nexweşxane, Saziya Tiba Edlî û partiyên siyasî yên li gorî rejîmê tevdigerin, ji qetilkirina hevrêyên me yên li zindanan berpirsyar in.

Aliyekî din ê berpirsyaran jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT ye, ku qaşo îdîa dikin ew parastina maf û hiqûqê dikin û îşkenceyê asteng dikin. Ev saziyên ku li hemberî tecrîda giran a li ser Rêber Apo bêdeng in û di heman demê de di pozîsyona pêkanînê de ne, em bang li wan dikin ku ji bo rakirina tecrîda neexlaqî û li dijî hiqûqî tavilê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Di serî de hêz û derdorên demokratîk û sosyalîst ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê em bang li mirovahiya bi rûmet hemûyî dikin ku li hemberî her cûre hewldanên komkujiyê baldar bin û di vê mijarê de xwedî li zindaniyan derkevin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe didin.

Bi rastiya ‘Ez serbilind im, min paşve gav neavêt’ ku hevrêyê me Şakîr li me kir wesiyet, em têkoşînê li her qadê mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar