Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Girtiyên PKK û PAJK’î: 4’ê Nîsanê ji bo me vejîneke

Girtiyên PKK û PAJK’î bi daxuyaniyek rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û wiha gotin: “Vejînên fikrî û hizrî ji bo gelan pir girîng e. 4’ê Nîsanê ji bo me vejîneke.”

Navenda Nûçeyan |

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanan bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî dan.

Daxuyaniya girtiyên PKK û PAJK’ê wiha ye:

“Em girtiyên PKK û PAJK’î yên li zindanan bi coş, kelecan û ruhê serhildanê yê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û Newrozê di şexsê Rêbertiya xwe de 4’ê Nîsanê ya roja vejîna gelê kurd pîroz dikin. Li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me ku çavkaniya têkoşînê ya ronahiyê dide gelên cîhanê û jinan, em ê di sala 2021’ê de hemû pêngav, çalakiyên bikin dê li ser bingehê azadiya Rêbertiya me bên pêşxistin.

Hatina dinê tenê fîzîkî nîne, vejînên felsefî û hizrî ji bo gelan pir girîng e. 4’ê Nîsanê ji bo me vejîneke, di şexsê Rêbertiya me de weke vejînekê dinirxînin.

200 salên dawî weke gel têkoşîna hebûnê didin. Ji Şêx Ebdullahê Nehrî bigire heta Şêx seîd, serhildana Agirî, Seyîd Riza û Qazî Muhemed têkoşîn û berxwedan tê kirin. 100 salên dawî dema mirov lê dinêre, di serî de dewleta tirk û hêzên dagirker ên li Kurdistanê ji bo qirkirineke çandî-fîzîkî pêk bîne ketine nava tevgerê. Rêbertiya me jî weke berxwedana gel a çandî, mîna serîrakirineke ya çanda serînetewandinê hate dinê.

Îro Şoreşa Rojava di qada netewî û navneteweyî de di serî de ji bo têkoşîna azadiya jinan û gelên li ber tunebûnê û hejar bûye çavkaniya hêvî û berxwedanê. Şoreşa Rojava hêviya dehan salan a gelên Rojhilata Navîn a li bendê bûn. Ji bo wê di serî de bûye hedefa dewleta tirk û hêzên modernîteya kapîtalîst. Şoreşa Rojava bûye şoreşeke yekbûyî ya navneteweyî ya hemû beşên azadîxwaz ên jin û demokratîk ên gelên hejar.

Qonaxa ku gelê me gihiştiyê qonaxeke ku hembûna xwe pêş xistiye lê azadiya wê di xeteriyê de ye. Tecrîda li ser Rêber Apo mînaka vê ye herî şênber û xeternak e. AKP-MHP a nûnertiya demê ya faşîzma dewleta tirk dike, xeteriya herî mezin a vê hişmendiyê ye. Dîsa weke gel em di wê demê de ne ku herî nêzî azadiyê ne, divê em di ferqa vê yekê de bin û welê têbikoşin. Xeta fedayî ya Apoyî ya gerîla li Heftanîn û Garê dike, coşa berxwedanê ya destanî ku dayî gelê me, bi moral û baweriyê gelê me bi pêşengtiya jinan 8’ê Adarê û Newrozê herikîn qadan, ruhê serhildanê qîr kirin. Di serî de ji Amedê bigire heta Wan, Nisêbîn û Cizîrê li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê gelê kurd daketin qadan û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin, bêdengî û tecrîda li ser Rêber Apo lenet kirin.

Em girtiyên PKK’î û PAJK’î yên li zindanan li ser xeta fedayî ya Heftanîn û Garê bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê em li ser bingehê biryardariya berxwedana xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dibomînin. Bi vê ruh û baweriyê soz didin ku em ê tecrîda li ser Rêbertî û gelê xwe bişkînin. Herî dawî bi hatina 4’ê Nîsanê re bi hev re li dijî faşîzmê bang dikin ku bibin yek û berxwedanê bilind bikin. Bi vê boneyê di serî de bang li jin û ciwanan, gelê xwe û dostan dikin ku 4’ê Nîsanê pîroz bikin, li dorî Rêbertiyê bibin yek.

Em girtiyên PKK’î û PAJK’î yên li zindanan bi coş, kelecan û ruhê serhildanê yê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û Newrozê di şexsê Rêbertiya xwe de 4’ê Nîsanê ya roja vejîna gelê kurd pîroz dikin; didin diyarkirin ku em ê komploya navneteweyî bişkînin di sala 2021’ê de hemû pêngavên me wê li ser bingehê azadiya Rêbertiya me be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar