Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtiyên PKK û PAJK’î: Hewceyî bi berxwedaneke mezintir heye

Girtiyên PKK û PAJK’î di salvegera Komploya Navneteweyî de diyar kir ku li dijî tecrîdê pêdivî bi berxwedaneke hîn mezintir heye û wiha hat gotin: “Têkoşîna gerîla ya ku faşîzma AKP-MHP’ê bi ruhekî fedayî dihejîne, gav bi gav mezin dibe. Çalakiya herî dawî ya mezin û dîrokî ya li Enqereyê di şexsê hevrê Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan de hat lidarxistin, Enqere hejand û hemû qêrînên derew ên serketinê di qirika wan de hişt.”

Girtiyên PKK û PAJK’î bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo ku em tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin, divê em hîn zêdetir li ber xwe bidin û têbikoşin.” Di daxuyaniyê de desthilatdariya AKP-MHP’ê bi gotina “bi agir nelîze” hat hişyarkirin û çalakiya li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir a tirk hatî kirin, hat silavkirin.

Daxuyanî li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î ji aliyê Denîz Kaya ve hate dayîn. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em di şexsê şehîdên leheng ên Kurdistanê ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kirî û heta niha didome bi bawerî û ruhekî fedayî têkoşiyan û bûn nemir, hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ku li Enqereyê bi tarzê fedayî li dijî faşîzma dewleta Tirk a mêtinger û dagirker çalakî kirin û derbeyek giran li dijmin xistin, dîsa şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ de hemû şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi rêzdarî hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bi tundî hevkarên ku bi Îsraîl-DYE-Îngilistan ku komplo plan kirin û dewleta Tirk a mêtinger re hevkarî kirin, şermezar dikin.

Hat xwestin ku Rêbertiya me ya ji hemû mirovahiyê re bûye ronahiya jiyana azad, bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê bê derxistin û îmhakirin. Ev xwestek armanca destpêkê ya hêzên sîstema kapîtalîst bûn ku mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin û dîzaynên nû pêk bînin. Ji ber ku rêxistinbûna civakî û têkoşîna gerîla ya ku Rêber APO û rastiya PKK’ê li Kurdistanê pêş xistiye, di guhertina hevsengiyên Kurdistan û Rojhilata Navîn de ji bo hêzên sermayedar ên kapîtalîst weke xeteriyeke mezin derketiye pêş. Ji ber ku têkoşîn civakî bû û rêxistinên ji bo jiyana azad a civakê di nav de bû, hişmendiya civaka demokratîk wê di nava gelan de pêş bikeve û bi hişmendiya geşepêdanê re gelên herêmê bi taybetî gelê Kurd wê jiyana xwe ya civakî ava bikin. Ev heqîqetek bû ku diviyabû bihata hedefgirtin û tunekirin, ji ber ku ne li gorî stratejî û polîtîkayên DYE-Îsraîl-Îngilistanê û dewletên herêmê bû. Ronahiya vê heqîqetê Rêber APO, bi vî rengî bû hedef û hat xwestin ku bi Komploya Navneteweyî were tasfiyekirin. Dema ku hewldanên tasfiyeyê yên dawîn bêyî encam man, vê carê di 15’ê Sibata 1999’an de di encama komploya bi durûtiya navneteweyî radestî dewleta tirk a mêtinger û dagirker hat kirin kirin û birin êşkencexwaneya Îmraliyê. Gelê me û zarokên hêja yên gelê me yên ku li dora Rêber Apo kom bûn, bi ruhê serhildanê li ber xwe dan, bersiva komplogeran dan û nîşanî hemû cîhanê dan ku bi Rêber Apo re bûn yek. Gelê me û dostên gelê me di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn, Ewropa û hemû cîhanê, bi biryardariyeke mezin xwedî li Rêber Apo derketin û bi yek dengî gotin ku bêyî Rêbertî jiyan nabe.

Çalakiya fedayî silav kirin

Rêber Apo bi baweriya Sosyalîzma Demokratîk li dijî sîstema dewleta Tirk a mêtinger û faşîst û hêzên sîstema kapîtalîst a cîhanê têdikoşe û rêya jiyana azad ji hemû gelên cîhanê re datîne holê ku mirov dikare bi Paradîgmaya Civaka Azadîxwaziya Jinan, Ekolojîk û Demokratîk bijî. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn û qebûl kirin ku Rêber Apo di hevdîtinên sînordar ên li girtîgeha êşkenceya Îmraliyê de çiqasî hêviyek di mirovahiyê de çêkir, fikir û paradîgma afirand. Tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me ya ku di asta cîhanê de bandoreke wiha dike û destûr nadin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne, ne tenê pêkanînên dewleta tirk a faşîst û mêtinger e. Ev pêkanîneke qirkirina navneteweyî ye ku ji aliyê DYE, Îngilistan, Îsraîl û dewletên Yekîtiya Ewropayê ve tê birêvebirin. Hemû hikûmetên ku di nava 25 salên dawî de di nava dewleta Tirk a faşîst û mêtinger de hatine û çûne, tenê parçeyek ji pêkanînên vê komployê ne. Herî dawî çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê komplo kûrtir kir û anî ser tevahiya civakê. Ne tenê gelê Kurd, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji aliyê neteweperestiya Tirk-Îslam ve tên tepisandin, çewisandin û tunekirin. Ne tenê ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo gelên hemû cîhanê jî dibe xeterî. Di hemû aloziyên navxweyî û kûrbûna şerên li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê de, reaksiyona faşîst a AKP-MHP’ê xwedî para sereke ye. Ev zihniyeta mêtinger a ku hewl dide ji şeran sûd werbigire, îro ji bo hemû gelên herêmê weke xeternak derdikeve holê. Di nakokî-nakokiyên ku di navbera Ermenistan-Azerbaycan, Ûkrayna-Rûsya û herî dawî jî di navbera Filistîn-Îsraîl de rû didin de para dewleta Tirk a mêtinger bi zelalî tê dîtin, lewma AKP-MHP ne tenê li ser gelê Kurd qirkirinê dimeşîne, aramiya gelên din ên herêmê jî xirab dike. Rastiya ku bi berxwedana mezin a li Îmraliyê li dijî reaksiyona faşîst a AKP-MHP’ê hat afirandin, îro li çiya, deşt, bajarên Kurdistanê û li bajar û deştên Tirkiyeyê faşîzmê dihejîne. Têkoşîna gerîla ya ku faşîzma AKP-MHP’ê bi ruhekî fedayî dihejîne, gav bi gav mezin dibe. Çalakiya herî dawî ya mezin û dîrokî ya li Enqereyê di şexsê hevrê Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan de hat lidarxistin, Enqere hejand û hemû qêrînên derew ên serketinê di qirika wan de hişt. Soysuz ku wê demê Wezîrê Karên Hundir bû, li hemberî her çalakiya gerîlayan derket pêşberî ajansan û her roj bi derew û îftîrayan hejmaran da û got, ‘ev qas mane, qediyan’ û dîsa ji bo gerîla gotibû ku ‘me aniye wê astê ku nikarin çalakiyan bikin’, lê gerîla li her qadê bû, bi taybetî jî li xeta Metîna, Zap, Avaşîn, derbe li dijmin dixist. Çalakiya fedayî ya dawî ya hevrê Erdal û Rojhat mînaka şênber a bersivdayîna gerîla ye. Weke girtiyên şoreşger ên PKK û PAJK’î em hevrê Erdal û Rojhat ku bi ruhê fedayî yê Apoyî şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û em soz didin ku weke hevrêyên wan em ê her tim li ser xeta serketinê ya ku wan nîşa me daye, bimeşin. Em ê bi sekin û ruhê şoreşgerî yê demê xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkevin û îdealên şehîdên xwe yên leheng pêk bînin.

Armanc qirkirina kurdan e

25 sal in Rêber Apo li Îmraliyê li dijî Komploya Navneteweyî berxwedaneke mezin nîşan dide. Berfirehî û çarçoveya komploya ku pêş dikeve îro zêdetir tê nîqaşkirin û ne tenê gelê me, gelên Tirkiyeyê jî diyar dikin ku sîstema li Îmraliyê hatiye pêşxistin derbasî tevahiya civakê bûye. Ji ber vê yekê pêwîste em berfirehî û çarçoveya komplo hê bêhtir binirxînin. Eger ev komplo tenê bi paşverûtiya faşîst a Komara Tirkiyeyê ve were girêdan dibe şaşiyeke mezin, ji ber vê yekê divê hêzên li pişt wê rast werin analîzkirin û fêmkirin û ev jî ji bo pêvajoyên pêş me girîng e. Di rastiyê de gelek hêzên weke DYA, Îsraîl û Îngilîstanê di nava vê komployê de ne. Komploya li dijî Rêbertiya me û gelê me ji aliyê heman hêzan ve hê jî didome. Di pêngava rizgarkirina Kobanê de DYA’yê xwest ji xwe re parekê derîne û têgihiştina serkeftinê bike malê xwe. Rêbertiya me jî di derbarê DYA’yê de xwedî tespîtên girîng bû û got ku ‘divê DYA xwe weke hêzeke rizgarker’ nîşan nede. Helwesta DYE’yê di dema dagirkirina Efrînê de tê zanîn, dîsa bi heman awayî li dijî êrîşên herî dawîn ên li ser Rojava bi xistina balafirê bêmirov a dewleta faşîst a Tirk hewl dide bi propogandayê wekî ku li dijî wan in xwe nîşan bide. Ev yek jî rewşeke xeternak e. Di rastiyê de hemû amûrên teknîkî, çek û balafirên ku di van êrîşên li dijî Rojava de hatine bikaranîn aîdê DYA û NATO’yê ne. Dîsa êşkencexaneya Îmraliyê jî cihê qirkirina kujer a sîstema DYA-Îsraîl-Îngîltere-YE’yê ye. Ev rewş hemû ji hev ne qut in, berovajî hemû bi hev ve girêdayî ne û navenda qirkirinê li Îmraliyê hatiye destpêkirin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ya li ser Rêbertî, misogerkirina rastiya qirkirina Kurdan e. Di şexsê Rêbertiya me de guh nedana hemû hiqûqa navneteweyî, tê wateya di asta navneteweyî de nasnekirina jiyana azad a gelê me ye. Gelê me bi vê hişmendiyê tevdigere û her 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê bi hêrseke mezin derdikeve qadan û azadiya Rêberê me diqîre. Weke ku Dr. Nûrî Dêrsimî gotiye, ‘Di dîroka me ya dirêj de, ti hêzê nekariye îtirafa binketinê li me bike… Eniya kurdan jî mîna lûtkeyên bi heybet ên welatê kurdan, her tim bilind maye û li hemberî ti fetiyan serî netewandiye. Heqîqeta jiyana Kurdan, îro jî heqîqeta bê kêmasî ye. Ji ber ku Kurd gelek e ku dest ji tekoşîna jiyan û mirinê bernedaye, îtirafa binketinê nekiriye, biryar daye ku ji refên gelên cîhanî ve neyê tunekirin, dixwaze bijî û ji bobidin jiyandin. Em gelekî ku naxwazin bimirin in. Kurdan biryara jiyanê daye û wê bijî…’

Gelê me li hemberî van hemû êrîşên giran dizane her çiqas jiyan azad be ewqas tê jîn biyaryara jiyana azad li ser vê esasê daye û li ber xwe dide. Ji bo dawî li rastiya komployê bê anîn ku çaryek sedsal e dewam dike, ji bo şikandina tecrîda li îmraliyê tê ferzkirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bê misogerkirin, divê hîn bêhtir berxwedan, xwedîderketin û têkoşîneke xurtir çêbe.

Gelê me yê ku weke girtiyên şoreşger ên PKK’ê û PAJK’ê û hemû derdorên demokratîk û dostên xwe biryara jiyana azad da, wê îsal bi xurtî beşdarî çalakiyên li dijî komployê bibe û bi zimanê ku dijmin fêm dike bersivê bide. Em bang li her kesî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her cure xebat bimeşînin, bi taybetî êrîşên li dijî Rojava û hemû Kurdistanê bi mezinkirina têkoşîn û yekîtiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê mil bi mil têbikoşin. Di dawiyê de em avaniya çeteya faşîst a AKP-MHP’ê ku tecrîda giran li ser Rêbertiya me ferz dike, li hemû Kurdistanê bi taybetî li Rojava şerekî qirkirinê yê topyekûn daye destpêkirin, êrîşê dibe ser gerîla û çekên kîmyewî û qedexekirî û bombeyan bi kar tîne û li zindanan hevrêyên me qetil dike bi tundî hişyar dikin; em dibêjin, bi agir nelîzin!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar