Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Girtiyên siyasî: Li derve be jî li zindanan be jî dê grev bidomin

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku heta tecrîda li ser Ocalan were rakirin li derve bin jî li zindanan bin jî dê çalakiyên xwe bidomînin

Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin hatine destpêkirin dewam dike. Hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven 80 roj in li Hewlêrê Nasir Yagiz 67 roj in, li girtîgehan bi sedan girtî 42 roj in, li Strasbourgê 14 çalakger 41 roj in, li Gallerê Îmam Şîş 41 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Têkildarî grevên birçîbûnê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li hemberî grevên birçîbûnê serî li polîtîkayên şerê taybet dide û wiha got: “Li hemberî polîtîkayên tecrîdê ku li ser Rêberê gelê me tê meşandin li zindanan pêngava berxwewanê hatiye destpêkirin û ev pêngav  mezintir dibe û dewam dike.  Hikûmeta faşîst a AKP/MHP bi awayekî rast nêzî daxwazên berxwedêran nabe û dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet berxwedanê tasfiye bikin.”

‘Rêbertî dê azad bijî, azad bixebite’

Denîz Kaya da zanîn ku heta daxwazên wan bi cih were dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got: “Di 16’ê kanûnê de bi dirûşma; ‘Rêbertî dê azad bijî, azad bixebite’ çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger hatine destpêkirin û heta ev daxwaz bi cih ware dê grev dewam bikin.”

Helwesta Leyla Guven watedar e

Kaya balkişand ser biryara Leyla Guven a domandina grevê û wiha got: “Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê birêz Leyla Guven 80 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û her çiqas li derve be jî ji bo tecrîd bi dawî bibe berxwedana xwe didomîne û ev helwest watedar e.”

Li derve be jî li zindanan be jî dê grev bidomin

Kaya di dawiya daxuyaniyê de banga xwedîderketina li grevan kir û wiha got: “Wekî girtiyê PKK û PAJK’ê em dibêjin ger em li derve bin jî li zindanan bin jî heta şert û mercên  ‘Rêbertî dê azad bijî, azad bixebite’ pêk werin em ê bi biryardarî û moraleke mezin berxwedana xwe bidomînin. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dora vê berxwedanê bibin xelek û deng bidin vê berxwedanê. Em li derve bin jî li zindanan jî bin dê tecrîd were şikandin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar