PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Gokçek li Qeyseriyê hate definkirin

Cenazeyê endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek ê 323 rojan di çalakiya rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, li Qeyseriyê hate definkirin. Şevê din cenaze di dorpêça polîsan de anîn Morga Goristana Reşadiyeyê. Dema cenazeyê Gokçek anîn goristanê, komeke nijadperest a li navçeya Başakpinarê kom bûn, nexwestin Gokçek li Qeyseriyê bê definkirin. Koma ku definkirina cenazeyê Gokçek asteng kirin got; ‘Hûn defin bikin jî em ê cenaze derxînin û bişewitînin.’ Her wiha parlamenterê MHP’ê yê  Qeyseriyê Mûstafa Bakî Ersoy û serokê MHP’ê yê bajar Serkan Tok jî di nava vê komê de bûn.

Di danê sibehê de jî malbatê cenaze ji goristanê wergirtin û birin Goristana Halepê. Li gundir û derveyî goristanê gelek polîs hatibûn bicihkirin. Hevjîna Gokçek a girtî Sûltan Gokçek jî di bin kontrola leşkeran de anîn goristanê. Hevjîna Gokçek, rûyê hevjînê xwe vekir û li rûyê wî nihêrî û xatir jê xwest. Piştî wecîbeyên olî jî cenazeyê Gokçek hate definkirin.

Di dema merasîma cenazeyê de beşdaran dirûşmên ‘Îbrahîm Gokçek nemir e’ û ‘Grup Yorum mafdar e, nayê bêdengkirin’ û ‘Stran nayên bêdengkirin, govend nayên rawestandin’ berz kirin. Piştî definkirinê jî malbat û xizmên Gokçek qurnefîl danîn ser gora wî. Kesên dixwestin pankartê vekin, bi axivin û strana Grup Yorum a ‘Mirin ji me re tune ye’ jî hatin astengkirin. QEYSERÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar