Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Goksûngûr: Bila kurdistanî û dostên xwe xwedî li şehîdên xwe derkevin

Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr ragihand ku ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê wê di 3 û 7'ê çileyê de merasîma cenaze û çalakiya şermezarkirinê bêne lidarxistin û bang li her kesî kir ku tev li çalakiyan bibin

Goksûngûr ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku, di nava dewleta Fransayê de 2 klîkên cuda hene û ev klîk bi hev re nakok in. Goksûngûr diyar kir ku, heta kujerên qetlîaman bên aşkerakirin û ceza kirin, wê gelê Kurdistanê çalakiyên xwe bidomîne.

Goksûngûr anî ziman ku, komkujiya 23’ê kanûnê di encama nixumandina yekemîn komkujiya Parîsê de pêk hatiye û ev tişt got: “Di 9’ê çileya 2013’an de li navenda Parîsê 3 jinên şoreşger ên kurd hatin kuştin. Di ser re deh sal derbas bûn. Dewleta Fransayê, edaleta Fransayê ev komkujiya ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin 10 sal in dernexist holê û hewl hat dayîn doz bi mirina bi guman û kuştina tetîkêş ê li girtîgehê bê nixumandin. 10 sal in jinên kurd, kurdistanî û gelek tevgerên jinan ên cîhanê ji bo aşkerakirina berpirsyarên vê komkujiyê çalakî lidar xistin.

Dewleta Fransa pişt re ev doz vekir. Lê belê vê carê bi danîna fermana nepenîtiyê li ser dosyayê sira dewletê çêkir. Kujer diyar in û hêzên li pişt wan jî diyar in, lê rastiya ku ev yek kirin sira dewletê, hêrsa jinên kurd û gelê kurd mezin kir. 10 sal şûnde dema ku amadekariyên bîranîna 10’emîn salvegera vê komkujiyê dihatin kirin, li Parîsê komkujiya duyemîn pêk hat. Ji ber ku ji qetlîama yekem hesab nehat pirsîn, dewleta tirk bi rêya MÎT’a tirk destên xwe hejand û kujer dîtin û jinên kurd pir rehet qetil kirin.”

Pevçûna klîkan

Goksûngûr diyar kir ku, di nava dewleta Fransayê de du klîkên cuda hene, di vê mijarê de jî tê dîtin ku klîk bi hev re di nav pevçûnê de ne. Goksûngûr got ku: “Rastiya ku ev komkujî pêk hat bi helwesta Fransayê ve jî girêdayî ye. Ji 23’ê kanûnê ve raya giştî ya Fransa, çapemeniya Fransa, jinên kurd, kurd, tevgerên sosyalîst, tevgerên jinên cîhanê û dostên fransî bi me re li hev kirin ku ev komkujiya Parîsê ya duyemîn e. Lê belê dozgeriya Fransayê û hin rayedar bi israr dixwazin vê komkujiyê weke êrîşeke nîjadperest a ferdî derxînin holê. Di nav dewleta Fransa de du klîk hene. Klîkek bi dewleta kûr û gladio ve girêdayî ye. Vê klîk hewl da ku îspat bike ku ev kujer ji hêla derûnî ve bêîstîkrar e, wî birin nexweşxaneyê. Di têgihiştineke din de Macron û Wezîrê Karên Hundir ên ku digotin dewleta Fransa dewleteke hiqûqê ye… Ev klîka duyemîn hewl dide ‘li şûna ku komkujiyê veşêre, lê heta wê astê ku kujer di derûniya xwe de aram e û divê mehkeme kirin. Niha ev her du klîk di nava pevçûnê de ne, agahiyên zelal di destê me de nînin, lê bi awayek aşkera li holê ye. ”

Divê Fransa sûcdarên rastî bibîne

Goksûngûr got, “Dema ku em li tevgerên dewleta tirk dinêrin, em dibînin ku ev tevger ji bo nixumandina komkujiyê ye. Hewl didin zextê li Fransayê bikin. Dibêje, “Eger çalakiyên PKK’ê yên li Parîsê bên rawestandin û qedexekirin, qetlîamên bi vî rengî çênabin.” Ev jî îtîrafek e. Divê rayedarên dadweriya Fransa vê tweeta sefîrê Tirkiyeyê wekî gilîkirina sûc qebûl bikin. Û gelek nav hene ku li dora xwe digerin. Rast an xelet, em jî nizanin, lê divê dozger der barê wan de gavan bavêje.

Hedefa komkujiyê tevgera jinên kurd e

Ji ber ku beriya pêvajoya darazê bi dawî bibe, 10 sal berê hewl dan komkujiyê veşêrin. Divê dozger di vê mijarê de baldar bin. Ev mijar pir hesas e, ji ber ku êdî kurd ji van gotinên wiha bêzar bûne. Divê kes tinazên xwe bi mejiyê kurdan neke. Di vê komkujiyê de hedef jina kurd, tevgera jinên kurd ên ji bo azadiyê têdikoşin e. Dema em li karekterê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dinêrin, em dibînin ku bi temamî xwedî karakterekî faşîst-yek-dîktator, DAIŞ’î, mêtînger, antî demokratîk, dij gel û baweriyê ye. Îdeolojiya fermî ya dewleta tirk a 100 salî li ser vê mantiqê ava bûye.”

Evîn ji ber ku DAIŞ’ê têk bir hedef hat girtin

Goksûngûr anî ziman ku, Evîn Goyî ji ber ku li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kir û di têkbirina DAIŞ’ê de cih girt bû hedef û got, “Jinên kurd li hemberî vê artêşa hov a ku her kes jê ditirsiya şer kir. Hevrê Evîn lehengek e ku di asta pêşengiyê de di şerê li dijî paşverûtiyê de şer kiriye, bûye fermandar û bi rastî jî mirovahiyê rizgar kiriye. Divê hûn pêşî vê yekê bibînin. Dilê kurdan dişewitînin. Jinên kurd ên berxwedêr hedef tên girtin.

Sîstema kapîtalîst li hemû cîhanê bi rêya jinan hewl dide civakan bi dest bixe. Hewl dide bi rêya jinan berxwedanê bi dest bixe. Bi kuştins Jîna Emînî ya beriya bi mehan a li Îranê, dirûşma Rêber Ocalan a bi navê “Jin Jiyan Azadî” ya ku bi salane tevgera jinên kurd bi berxwedan û felsefeya xwe jiyanî kiriye, li hemû cîhanê bûye dirûşm.

Polîtîkayên mêtînger kevneşopiyeke dewletê ye ku di navenda dewleta tirk û feraseta zayendperestiya barbar de ye. Û ji bo vê jî Heval Evîn di şexsê jinên kurd de cara duyemîn li Parîsê bû hedef. Mîna Sakîne Fîdan û Leyla.”

Goksûngûr diyar kir ku, ji roja komkujiyê heta niha li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya nobeta Edaletê dimeşînin û diyar kir ku, ew ê şehîdên 2’yemîn a Komkujiya Parîsê di 3’ê çileyê de bi merasîmekê bîranînê bişînin Kurdistanê û banga tevlibûnê kir.

Goksûngûr got, “Em ê di 3’ê çile de şehîdên xwe bi merasîmekê bişînin Kurdistanê û cenazeyên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil veşêrin. Di serî de Parîs û derdorê wê hemû gelê Fransayê beşdarî merasîma cenazeyê dibin. Banga me ya li vir ji hemû gelê me re ye. Ji bo xwedîderketina li şehîdên xwe û bi merasîmeke hêjayî şehîdên xwe ber bi Kurdistanê ve oxirkirin, em li bendê ne ku hemû kurdistanî û dostên wan tev li merasîma bîranînê bibin ku wê di 3 ‘ê çileyê de li Parîsê bê lidarxistin.”

Em ê di 7 ‘ê çileyê de li Parîsê bin

Fatoş Goksûngûr anî ziman ku, ew ê di 3’ê çileyê de şehîdên xwe bişînin Kurdistanê û destnîşan kir ku bîranîna Sara, Rojbîn û Ronahî ya ku dihat plankirin di 7’ê çile de bê lidarxistin wê li gorî plansaziya xwe pêk were. Goksûngûr got, “Ez dixwazim te di derbarê tiştekî da hişyar bikim. Çalakiya me ya bîranînê wê 7 ‘ê çileyê pêk were ku hevrêyê me Evîn di nava amadekariyê de cih girt. Di merasîma bîranîn û oxirkirinê ya 3 ‘ê çileyê de wê gelê me yê li Parîs û derdora wê û yên li welatên cuda yên Ewropayê dijîn û şert û mercên wan guncaw in, beşdar bibin.

Meş û mîtînga di 7 ‘ê çileyê de wê gelê me yê li tevahiya Ewropayê beşdar bibe. Çalakiya di 7 ‘ê çileyê de wê li her dera Ewropayê mirov beşdar bibin. Yên dixwazin werin dikarin serî li sazî, federasyon û meclisên me yên li welatên lê bi cih bûne bidin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê berxwedanê beşdarî van her du çalakiyan bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar