Gola Urmiyê ji kevin de weke neqşeke rengîn û nigînek kesk bi qasî elmasê giranbûha di nava dilê gûstîleke zêrîn de hatiye ber çavan. Gola ku ji rojava bi çiyayên bilind û ji hêla rojhilat jî bi deştên tije xêr û bêr hatiye dorpêçkirin. Hezaran sale li kêleka bajarekî dêrîn yê ku şahidî ji çendîn şarstaniyetên kevnar re kiriye, xeml û rewşa hebûnê bûye. Nefesa xwezayê bi helma ava golê re bêhnfirehî kiriye mîratekî bêmirin di jiyana gelên herêmê de.
Gola ku şahidî ji derdên kevin û êşên bêdawî re kiriye û carna jî li pey hêrişên dagirkerên Kurdistanê ava wê “kirasekî sor ji xwînê” kiriye ber xwe.
Dengê dîrokê ji kevnariya kevr û şûnewarên bajarvaniya dêrîn a li kêleka wan rûbaran xûya ye ku hezaran sale bi derbaskirina rêyên dûr û dirêj re tên û di dilê gola Urmiyê dibine çavkaniya jiyana wê û hemû giyandarên dora wê.
Ew gol û bajar çerxa felekê, derbasbûna dem û dewranên dûr û dirêj bi bîra me tînin. Duh-rojên bêveger ku biqasî dirêjahiya çemên Kurdistanê ne û careke din venagerin. Şer û berxwedana kela Dim-Dim tevî serhildanên din yên tije fîdakarî, fermanên tunekirina kurdan ji hêla şahên Sefewî, Qacarî, Pehlewî û rejîma îslamî ya roja îro tev li kêleka herêm, gund û bajarên derdora gola Urmiyê çêbûne. Ji ber wê jî navê Urmiyê û gola wê carna dîrokeke tije şer û xwîn û carna jî bêdengiyek tije xem bi bîra me tîne. Pirî caran kurdan azmunên hebûn û tunebûnê li wira nîşanî dijminên doza Kurdistanê dane. Ji Emîrxanê Lepzêrîn bigire heya Şêx Ubeydulahê Nehrî, Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed, Dr Qasimlo û yên mayîn wiha kirin ku ew herêm weke navenda serhildanên siyasî li rojhilatê welêt bibe xwedî nasnameyeke xuya ya kurdên wê para axa me.
Para bakurê rojhilatê Kurdistanê an jî ew axa ku di navbera du golên Urmiye û Wanê de ye, cihwarekî dêrîn yê jiyana kurdan e. Îro para ku weke rojhilatê Kurdistanê anku para axa kurdan a di bin desthilatdariya dewleta Îranê de biqasî 124.950 û li gor hinek jêderên din jî 175.000 kîlometroyên çar goşe ne (1).
Gelên herî kevnar ên herêmê kurd û ermen in û azerî jî ji 500 salên berê li herêmê hatine bi cihwarkirin. Wilayeta Urmiyê ku niha ji hêla pergala dewletê ve bi fêrmî weke “Azerbaycana Rojava” hatiye binavkirin, ji hêla nifûs û axê ve xwedî nasnameyeke kurdistanî ye. Atrûpatkan an jî cihwarê agir ku niha weke Azerbaycan tê binavkirin, beşeke nava sînorên Imratoriya Medan bû. Koma yekê ya tirkan di serdema Selcûqiyan (1038-1157) de hatine herêma Urmiyê ku ji kevin de cihwarê jiyana kurd, ermen û asûriyan bûye. Bi hatina koma yekê ya tirkan re dîsa jî hêza sereke ya desthilatdar li herêmê kurd bûne.
Prosesa hişkbûnê û rewşa dawiyê
Di çend salên bihûrî de û bitaybetî jî ji sala 2000’an û şûnde hêdî-hêdî prosesa hişkibûna gola Urmiyê bêrawestan berdewam bû û di pênc salên derbasbûyî de rêjeya wê gehabû 88 heya 90%an. Di bihara îsal (2019) de bi gûherîna rewşa hewayê re û barîna baran û berfa zêdetir nefeseke nû ketiye ber jiyana golê.
Girîngiya gola Urmiyê û bandorên wê ên li ser jiyana li herêmê wisa mezine ku ger gol bi yekcarî hişk bibe yê rê li ber rûdanên tirajîk ên jêr veke:
– Ji bajarên dûr û nêz zêdetirî 15 milyon kes yê neçar bibin ku hêdî-hêdî ji herêmê koç bikin.
– Zêdebûna nexweşiyên çava û nefesê ku di salên bihûrî de li bajar û gundên derdora golê nîşanên wiha hatine dîtin. Di pênc salên bihûrî de her salê zêdetir ji berê saziyên tenduristiyê li ser pirsgirêkên wiha li ser jiyana gundiyên herêmê raportên xwe belav kirine.
– Çêbûna “tofana xwê an jî xê” li herêmê him yê dawiyê bi jiyana giyandarên jêr û bin erdê bîne û him jî dawî bi jiyana mirovan li rû erdê tê. Tirajêdiya ku bi gûherandina ekosîstemê re yê dawiyê bi jiyana hezaran salan li rûberekî berfireh yê axa Kurdistan, Azerbaycan û hinek herêmên din yên Îranê bîne. Ev bandor kêm-zêde heta yê li ser rewşa welatên cîran jî çêbibe. Tîrbûna ava xwê bi kêmbûna ava golê re zêdetir bûye ku heta li dijî giyandarên ku tevî şorbûna avê jî dikarin bijîn bandorên xirab bi xwe re anîne. Mînaka berçav ya vê rastiyê kêmbûna teyrê bi navê filamîngo û giyandarekî din yê bi navê Artîmiya ye ku di avê de dijî û mayîna wan bihebûna hev û din re girêdayî ye. Îro êdî filamîngo bi per û baskên xwe yên spî kes nizane ber bi kîjan aqarî ve koç kirine.
Îmkanên tûrîstîkî û tenduristiyê
Dehan sal bû ku gola Urmiyê xwedî îmkanên tûrîstîk ên herî zêde bû ku niha rêjaya kesên ku têne dîtina wira pir kêm bûye. Salên berê gelek kes bi hesreta dîtina avabûna rojê, wênegirtin, siwarbûna li gemiyan, temaşekirina teyrên weke filamîngo, pilîkan, kevçenok, leq-leq û werdekan, lîstika qurê û dîtina giravên di nava gola Urmiyê de dihatine herêmê. Hejî gotinêye ku qur û heriyê derdora ava golê ji bo dermanê gelek nexweşiyên weke romatîsim, tevlîheviyên metabolîsma organên nava leş, nexweşiyên jinan û çermê mirovan tê bikar anîn. Avejenî di nava ava şor de jî li ser sinrên mirovan xwedî bandoreke erênî ye. Di kêmkirina êşên movkên laşê mirovan de, dermanê êşên weke asima, brunşît û sînuzêtê de jî xasiyetên dermanî ên ava xwê a gola Urmiyê bi bandor bûne.
Nasnavê gola Urmiyê
Gol dikeve bakurê rojhilatê axa Kurdistana mezin û bakurê rojavayê welatê Îranê. Di navbera du golên Wan û Urmiyê de ji hezaran sal berê heya niha cihwarê avabûna şaristaniyetên dêrîn ên weke Medan, Sekan, Sermetiyan û hwd bûye. Navê golê ji navê bajar hatiye standin û kurd weke Gola Urmi, Wirmê û Ûrmiyê, ermen weke Kebotan, Keputan, azerî weke Urmu Golû, di parsiya kevin de weke Çîçêst, di sedsala navîn de weke Kebodan û di zimanê Latîn de jî weke Lakus Matînus (Lacus Matianus) hatiye binavkirin.
Li Kurdistanê li pey gola Wanê bi rûberê xwe mezintirîn gol lê di nava sinorên Îranê de gola herî mezine a şor e. Di cihanê de dikeve rêza 25’emîn gola mezin a dinyayê û di rêje an jî dereca şoriyê de li hemû Rojhilata Navîn di rêza yekê de cih digire. Tevî ku hêviyên mezin ji bo vejiyandina golê hene lê havîna îsal û rewşa hewayê herêmê di salên dahatî de yê vê yekê pişrast bike. “Tofanên ji bilindbûna domana xwê” ne tenê di halê tunekirina ekosîstema herêmê de belkî ji niha de piraniya bostanên derdora golê jî tune kirine. Di çend salên derbasbûyî de dewleta Îranê jî tenê di gotinê de, lê di piraktîkê de nekariye rêçareseriyekê li ber vê tirajediya insanî-sirûştî bigire. Gola Urmiyê êdî bûye malek ji depoya milyonan tonên xwê û bêhna nexweş a wê bûye sedema dûrketina teyrê û ajelên herêmê. Êdî kirasekî spî ketiye ber bejin û bala golê û berevajî salên berê ne weke goleke kesk belkî mîna berriyeke hişk û spî ji xwê tê dîtin. Pêşwaziya ji mirinê bêdilî wê ye, lê mirovan bi destê xwe û siyasetên çewt qedereke wiha reş kirine para gola Urmiyê û paşeroja nifşên dahatî jî xera kirine.
Rewşa golê ya dawiyê!
Gola Urmiyê li pey barîna baranê li çend mehên derbasbûyî riheke nû girtiye ber xwe û ji nû ve hinek zindî bûye. Di pênc salên derbasbûyî de niha xwedî rewşa herî başe û asta ava golê gehaye1271 metro û 48 cm û nêzî ji sedî 50 an tije bûye. Bi taybetî jî navenda golê tije av û ger qewareya avê bigehe 5 milyar metrekûbeyan hingî êdî gol yê zindîtir bibe. Çimkî asta wê ya ekolojîk sê metroyan li jêr e û gere ew sê metro jî tije bibin. Beriya salekê ji ber zêdebûna şoriya avê rengê golê li hin deran sor bibû.
Çem an jî rûbarên ku bi awayê demkî û berdewam têhnatiya gola Urmiyê dişkandin wiha ne: Çemê Tehl (Aci Çay), Sîmîne û Zerîne, Gader, Berandiz, Nazlû, Zûla, Çemê Bajar û dehan serçaveyên din yên biçûk. Bajarên ku dê rasterast ji vê rewşa heyî bandoreke xerab bibin jî Miyane, Xoy, Tebrîz, Meraxe, Urmiye, Mehabad, Miyandav, Neqede, Salmas, Pîranşar, Şino, Azerşehr û çend bajarên din ku li derdora golê ne.
Sedemên hişkbûnê
Bêtir ji faktorên sirûştî sedemên karê insanan li ser hişkbûna golê xwedî bandor bûne ku li jêr çendek ji wan têne nivîsandin:
- Paqijnekirina rêya ava nava çemên ku diketina nava golê.
- Kêmbûna rêjeya baranê di asta salên berê de gelek kêmtir û di qiyasa bi salên berê re ekosîstema herêmê têk daye.
- Kolandina bîrên kûr ji hêla gundî û xwediyên bax û bostanên derdora golê ku kes bi hejmara wan nizane û belkî hezaran bîr bin!.
- Avakirina dehan avbendan li ser çemên ku dirijiyane nava golê. Bendavên ku hejmara wan 99 in û tev jî ji projeyên aborî yên “Sipahê Pasadarên şoreha Îslamî” ne. Heya niha nêzî 50 bendavên li ser çeman bidawî bûne ku bi serhev de 47 ji wan ketina nava sinorên wilayeta Tebirêzê, 50 di nava parêzgeha Urmiyê û du ji wan jî li wilayeta Sine ne.
- Çêkirina pirekê di navbera du wilayetên Urmiyê û Tebirêzê de ku tenê saetekê wan nêzî hev dike, lê çerxa ava du aliyên golê asteng dike, çimkî ew du par ji hev cuda kirine.
- Berfierhbûna karê çandiniyê bi rêyên nû yên teknolojiyê li ser erdên her du wilayetên Urmiye û Tebrêzê ku muhtacî aveke gelek zêde ye û kanên ser golê ber bi wan erdan ve dane.
- Di çend salên bihûrî de bigiştî hewayê cihanê germ bûye. Ev germa jî bû sedema zêdebûna helma ava golê ku “kevrên xwê” li derdora golê zêde bûne. Kevirên xwê dibine sedema korbûna çavkaniyên avên ku ji nava dilê golê derdikevin.
- Çalakiyên alîgigirên parastina xwezayê di dema xwe a pêwîst de erkên xwe encam nedan û berpirsên dewletê jî bi xemsarî her tişt avêtin pişta guhê xwe.
- Bi merema pêşkeftina karê çandinî, modernîzekirina sîstema karê perwerdeya ajelan û kişt û kalê kolandina 120 hezar bîrên kûr li deştên derdora gola Urmiyê bûn sedema çikbûna ava piraniya kaniyan jî. Qûtbûna peywendiya di navebra kanên ser erd û bin erd wiha derket holê. Ev jî bû sedema bêaviyê ji karê çandiniyê û ajeldariyê re. Gundî jî neçarî terkandina gundên herêmê bûne.
Rewşa golê: berê û niha
Dorfirehiya golê heya sala 1984’an bi qasî 51,876 kîlmetroyên çargoşe bû. Dirêjahiya herî zêde di çaxê biharê de 140 km û firehî an jî pehniya wê jî 55 km bûn. Xala herî kûr 16 metro û 102 giravên biçûk û mezin têda hene. Vê jî kiriye ku li derdora golê gelek derên tûrîstîk bêne avakirin ku mixabin îro piraniya wan vala ne.
Gola Urmiyê an jî bi navê xwe yê dîrokî Çîçêst di cihanê da duyemîn gola şor a avê ye. Hezaran sale ku derdora wê cihwarê jiyanê bûye. Mixabin li pey bernameyên wêranker û siyaseta xelet a avedanî ya komara îslamî di çêkirina avbend û kolandina bîrên kûr de, gola Urmiyê êdî di 10-15 salên bihûrî de ketibû halê mirinê. Ji xeynî wê serdarê avedaniya Îranê yê wê demê ku Haşim Refsencanî bû riya Kelanterî ku di nava golê re derbas dibe bi pirekê du parêzgehên Urmiye û Tebrîzê bi hev ve girêdan. Vê jî zirareke mezin daye golê. Ji bo karekî wiha milyonan ton ax ji çiyayê Zembîl xistin nava ava golê ku mesafa di navbera du bajarên Tebrîz û Urmiyê de tenê saetekê kêm bikin, lê vê cadeya navbir nefesa golê çikand. Sedem jî ew e ku çerxa avê bi wê cadeya ji axê çêkirî re sekinî. Dûr ji têbîniyên mîmarên rêbazeke wiha çewt êdî kirîza avê mirina erdekî dabû eşkerekirin ku êdî nefesên xwe yên dawiyê di bêdengiyeke xemgîn de dikişandin. Mirina axê, hişk û têhnî, spî û liv-lebata ji bo vegerandina jiyanê, êdî nikare ava zelal jî bêhn bike, bêhêz û nenas bi ava axa dêrîn, lê li benda tofanên mirinê mabû. Hakiman bi cehaleta xwe wiha kirin, lê belkî rojekê hêsir û rondikên esmanan dilê wê golê ji têhnatiyê rizgar bikin. Dibe ku bihara îsal nehêle erd û jiyan ji hev veqetin. Belkî dîsa jî çiyayên bilind, geyayên şîn, dar û sirûşta hezar reng, gulên bêhnxweş delaliyeke wisa raberî me bidin ku dîsa nikarîbe ji çavên mirovan dûr bimîne. Her karê neçê (neqenc) ku li sirûştê rû dide, serûkaniya wê vedigere kar û awayê sûdstandina ji wê.
Tenê îsal canekî nû ketiye ber golê ku carê ew rewş jî ne diyar e.
Ger gol biyekcarî hişk bibe!
Di roja îro de hişkbûna zêdetir ji nîva ava gola Urmiyê ekolojiya av û hewayê herêmê tevlîhev kiriye. Erdên çandiniyê ji ber zêdebûna xwê dibine şorezar û pê re jî hemû bax û bostanên herêmê hişk dibin. Ji ber wê jî heya niha bi sedan malbat neçar mane ku gundên xwe biterkînin. Bi hişikbûna gola Urmiyê re êdî zivistanên gelek sar û havîn jî yê li rûberekî mezin yên axa Kurdistan û Azerbayîcanê pir germ bibin. Bi vê re jî elbete hêdî-hêdî erdên çandinyê û bostan jî yê hişk bibin. Ne tirî û ne jî sêvên bostanên Urmiyê weke berê xemila bazarê nîn in. Ji ber hişkatî û guherandina ekosîstema herêmê jiyana gundatî û çandiniyê êdî yê li wira ber bi xelasbûnê ve biçe. Di salên bihûrî de her kes di wê baweriyê de bû ku êdî gola Urmiyê nefesên xwe yên dawiyê dikişîne. Niha jî bi barîna barana îsal re çareseriya êşên gola Urmiyê xelas nebûne. Carê ev rewşa destpêkê a piştî bihara sala 2019’an e, lê ger rêyeke çarseriyê û esasî ji bo pêşgîrîkirina ji hişkbûna gola Urmiyê neyê dîtin, gelê herêmê yê bi terajêdiyeke mezin a erdnigarî û insanî re rû bi rû bimînin. Ji niha da piraniya dar û dirextên fêkî hişk bûne, ajel dimirin û heywanên kovî jî dimirin an jî herêmê diterkînin. Li pey hişkbûna hemû ava gula Urmiyê milyar metrekûpên xwê li cihê wê dimînin. Hêza bayekî normal dikare wê xwê li herêmeke berfireh belav bike û “tofana xwê” li herêmê rabe. Ji ber wê jî tê pîşbînî kirin ku êdî niha „bombeya xwê“ di rê daye. Divê bê zanîn jî ku şûnewarên wê yên xerab û wêrankirinê ji yên “bomba atom”ê jî mezintir in. Ger rêyeke çareseriyê neyê dîtîn, di dema van sê-çar salên dahatî da “bomba xwê” jî yê li hinek herêmên rojhilatê Kurdistanê û Azerbayicana Îranê bipeqe.
Pêwîste bê bi bîranîn ku beriya hiskbûna gola Urmiyê ji sala 1960 heya 2010’an gola Aral li Asya Navîn dest bi hişkbûnê kir û pişt re jî herêm ji jiyanê vala bû. Texrîbatên ku li pey hişkbûna gola Aral li Asya Navîn çêbûn, êdî niha bi hişkbûna gola Urmiyê re li herêmeke berfireh ji rojhilatê Kurdistanê, Hemedan, Zencan û Azerbayîcana Îranê çêdibin.
Zaniyariyên berfirehtir li ser rojhilatê Kurdistanê
Rojhilatê Kurdistanê bi giştî ji pênc wilayetên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û hemû beşa Leknişîna wilayeta Lordistanê pêk tê. Lê li gor parvekirina dewleta navendiya Îranê, tenê Sine û çend bajarên girêdayî wê Seqiz, Bane, Merîwan, Qurwe, Bîcar, Kamyaran û Dîwandere weke wilayeta Kurdistanê tên naskirin. Her wiha li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikak wilayeta Urmiyê ji çaxê desthilatdariya Riza Pehlewî ve wek “Azerbayicanê Xerbî, Xaverî-Azerbayicana Rojava” hatiye binavkirin. Ev di rewşekê da ye ku piraniya rûniştivanên wilayetê kurd in.
Rûberê hemû rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 175.000 km çar goşeye. Lê ev hejmar rûberê wilayeta Loristanê nagire ber xwe, çimkî li ser Lorsitanê her jêderek bi awayekî zaniyariyan dide me. Loristan bixwe du beş e:
- Herêmên Lornişîn
- Herêmên Leknişîn.
Ew ên ku lek in û li herêma Pêşku (pîşkuh) ne, xwe bi kurd dizanin, lê ew ên ku li herêma Piştku (Piştkuh) ne û Lor in, xwe bi kurdî nizanin û loran jî weke netewek cuda dihesibînin. Lê Feyliyên ku li başûrê Kurdistanê ne û lor in, xwe bi kurd dihesibînin. Çemê “Sîmere” sînorê di navbera Loristan û Kurdistanê de ye. Her wiha kurdên wilayeta Xorasanê jî xwedî erdnigariyekê ne ku weke “ Kurdistana Xorasanê ” jî tê naskirin.
Sirûşt û Çiya
Rojhilatê Kurdistanê welatekî çiyayî û çiyayên herî bilind di vê para welatê me de ji bakur ber bi başûr evin: çiyayê Çilîkan (3230metro) li herêma Mako, çiyayê Sarîdaş (3608m) li herêma Soma Biradost, çiyayê Reş (3578m) li herêma Şino, çiyayê Çilçeme (3173m) li herêma Sine, çiyayê Şaho (3390m) li herêma Hewraman, çiyayê Dalaxan (3350m) li herêma Kirmaşan, çiyayê Peraw (3357m) li herêma Bêston û çiyayê Mezin an Kebîrkuh (3062m) li herêma Îlam ê.
Rêzeçiyayên Zagros ku dirêjahiya wan ji 1000 km zêdetir e, ji bakur ber bi başûr yanî ji çiyayê Agirî (mezin û biçûk) heya Loristanê mîna sinorekê di navbera her sê perçên Kurdistanê (bakur-rojhilat, başûr- rojhilat) da cih girtine. Bilindtirîn çiya di nava van rêze çiyan de Şaho ye ku li başûrê rojhilatê Kurdistanê ye û bilindiya wî 3390 metro ye.
Rojhilatê Kurdistanê bi sirûşta xwe ya rengîn û dewlemend, pareke herî xweşa welatê me Kurdistanê ye. Li rojhilatê Kurdistanê gelek deşt û rûbar (çem) jî hene ku bûne sedemê dewlemendiya axê û başbûna karê çandiniyê. Deştên herî girîng ku tê de şênahî û mîweyên cûr bi cûr tên çandin û hibirîn, evin: Deşta Soma, deşta Urmiyê, deşta Bêlewar, deşta Mirgewer, deşta Şarwêran, deşta Hubeto, deşta Dêgûlan, deşta Merîwan, deşta Kamyaran, deşta Elwend, deşta Sehne, deşta Kirmaşan, Mayîdeşt, deşta Îslamawa, deşta Kerend, deşta Pataq Xosrewî û deşta Îlam an jî Eywandeşt.
Rûbar an jî çemên rojhilatê Kurdistanê jî evin: Çemê Zêrîn (Cexto), çemê Sîmîn (Teteho) ku her du piştî derbasbûna ji gelek herêm û gundên Kurdistanê, dirijine nava ava gola Urmiyê. Çemê Kelwê, çemê Qizilozun, çemê Sîrwan, çemê Elwend, çemê Qeresû û çemê Gamasawîş jî ji çemên din yên rojhilatê Kurdistanê ne.
Geşt û ger
Seyrangehên rojhilatê Kurdistanê: Gundê Bendê li rojavayê Urmiyê li ser rêya Mirgewer û Tirgewer, Seyrangehên Zirêwar, Melaqubî û Îmam (li Merîwanê), Hewş û Baranî li Hewraman, Silêmanbeg li Bane, Awiyer li Sine, Taqwestan li Kirmaşan, Serawrêjaw li Rêjaw û seyrangehên Riwanser, Pawe û Newsûd û gelekên din.
Av û hewa
Av û hewayê rojhilatê Kurdistanê li herêmên çiyayî ji ber berfa giran sar û li herêmên deştayî jî havîn gerim û zivistan jî zêde ne sarin.
Jêder:
(1). Dr. Qasimlo, Kurdistan û Kurd
(2). Vasîlî Nîkîtin, Kurd û Kurdistan
(3). Seîd Nefîsî – Dîroja bajarvaniya Îrana Sasanî
(4). Ajansa IRNA – Rawestana jiyana Artimiya di gola Urmiyê de
(5). Nûçe û analîzên ajans û TV’yên Farsî û Kurdî li ser rewşa dawiyê a gola Urmiyê
(6)- Têbînî û lêkolînên ku min bi xwe ji kesên bispor û sirûştnas bihîstine û pirsyar kirine.
Têbînî: Wêne ji: Karnaval.ir û ISNA.ir hatine standin.