Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Gonul Sonbahar: Li dijî asîmîlasyona çandê dê têkoşîn bidome

Komîteya Amedekar a Mîhrîcana Munzurê Gonul Sonbahar, bal kişand ser hişmendiya qedexeyan û got: “Em ê hem li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ya li ser ziman û hem jî li dijî polîtîkayên li ser baweriyê têbikoşin.”

21’emîn a Mîhrîcana Xweza û Çanda Munzurê Dêrsimê ya bi dirûşmeya “Em li dijî talana madenê xwezayê û jiyanê diparêzin” re 3’yê Tebaxê de destpê kir, 6’ê Tebaxê de bi dawî bû. Mîhrîcana ku 4 rojan bi şano, pêşangehên weneyan û konseran berdewam kir, Koma Yorum, Îsyan Ateşî û komek Ermenî ya Veradardz Folkê ji ber qedexeya walîtiyê bi zorî derxistin derveyî Dêrsimê. Beriya mîhrîcanê ketin û derketina bajêr ji hêla polîsan ve hat kontrolkirin. Ligel astengî û qedexeyan jî gelek kes ji bo mîhrîcanê berê xwe dan Dêrsimê.

Xebatkara reveberiya Karên Nivîsînê Çandê ya Şaredariya Dêrsimê û Endama Komîteya Amedekar a Mîhrîcanê Gonul Sonbahar derbarê mîhrîcanê de nêrînên xwe ji JINNEWS’ê re anî ziman.

Bi qedexeyan mîhrîcan dest pê kir

Gonul, de destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kevneşopiya Mîhrîcana Munzurê û got: “Ji ber sedemên cûr bi cûr mîhrîcanê qedexe dikin û ji van qedexeyan yek jî bi sedema ‘pandemiyê’ bû û ji ber vê jî 21’emîn mîhrîcan îsal hat lidarxistin. Lê 21’emîn a mîhrîcanê ji nive nîv bi qedexeyan pêk hat. Tevlîbûna Koma Yorum, Îsyan Ateşî û Koma Ermen hat qedexekirin. Ji ber vê jî ev mîhrîcan li gorî me kêm ma. Ji ber ku ev hunermendên gel in, peyamên ji bo azadiyê, baweriyê, mijarên civatiyê tînin ziman. Lê belê me ji bilî van qedexeyan welatiyan anîn li cem hev. Ji ber ku gel bi hesreteke mezin êdî dixwest ku mîhrîcan bê lidarxistin. Bi giştî li welat qedexekirin û girtin heye.”

‘Pergala kapîtalîzmê berê xwe dide erdnigariya me’

Songula balkişand li ser armanca mîhrîcanê û wiha axivî: “Mîhrîcana Munzurê ya çand û xwezayê ye û  li hemberî asîmîlasyonê disekine. Erdnigariya me gelek dewlemend e ji ber vê yekê jî fîrmayên pergala kapîtalîzmê berê xwe dan vê derê. Bi taybetî jî di salên dawî de em dibînin ku di gelek navçeyên me de lêgerîna kana madenê heye. Pergala kapîtalîst xwe li ser kedxwarî û rantê ava dike, ji ber vê yekê jî xwezayê talan dikin. Em jî ji bo parastina xwezaya xwe û ji bo astengkirina qeyrana avhewayê têdikoşin û Mîhrîcana Munzurê jî bi vî şeklî lidardixin. Ji ber vê yekê jî îsal me mîhrîcanê bi dirûşmeya ‘Em li dijî talana madenê xwezayê û jiyanê diparêzin’ lidarxist.”

Di mîhrîcanê de çalakiyên cur bi cur

Songulê daxuyand ku ji bo zarok û jinan çalakî hatin lidarxistin û wiha behsa çalakiyan kir: “Ji bo zarokan şano û hunergehên têmbûrê hatin organîzekirin. Panelên xweza û aboriyê hatin lidarxistin. Ji bo jinan çalakiya ‘Mikrofona vekirî’ pêk hat. Di vê çalakiyê de armanç pirsgirêkên jinên Dêrsimê bê vegotin bû û me li Kuçeya Hunerê ew çalakî li dar xist. Ji ber ku di kuçeyê de hejmara mêran ji ya jinan zêdetire. Me ji ber vê yekê xwest ku bila jin di vê mîhrîcanê de, li vê kuçeyê dengê xwe derxe û bila mêrên ji derdorê jî vê dengê bibhîsin. Hevdîtina nivîskarên me yên dêrsimî pêk hat û bi xwendavanan re civiyan. Wênesazên dêrsimî pêşangehek vekirin. Di pêşangehê de jî mijar bû xweza. 4 rojan konser hatin lidarxistin. Me di konserên xwe de jî cih da gelek zimanan û bi taybetî jî cih da zimanê kirmanckî. Ji ber ku zimanê kirmançkî bi windabûnê re rû bi rû dimîne. Di destpêka mîhrîcanê de koma dîlanê bi dîlanên gelerî derketi pêşberî welatiyan. Li gundê Cevîzlîdere ya Pulurê, li dijî plankirina kana madenê forum hat lidarxistin.”

‘Armanc asîmîlasyona çandê ye’

Songulê daxuyakirin ku desthilatdar li çar aliyên Tirkiyê mîhrîcanan qedexe dike û her wiha ji bilî qedexekirinê jî mîhrîcanên vebijark lidardixe û wiha pê de çû: “ Armanc, asimilasyona çandê ye. Yên ku wek wan nafikirin, her tiştê wan qedexe dikin. Dixwazin civateke wek hişmendiya xwe ava bikin û çanda xwe li gel ferz bikin. Di vê erdnigariyê de gelek civat bi hev re dijîn û her yek jî ji hev cûdatir e û dewlemendtirin. Qirkirina hunerê û qedexekirina hunermendan nayê qebûl kirin.”

‘Em dev ji israra xwe bernadin’

Songulê destnîşan kir ku wan xwestine ku bi Mîhrîcana Munzurê re li hemberî van qedexeyan bibin bersiv û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek elewî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê di nav hewldanan de nin û em bi israrin. Em teqez dev jî vê israra xwe bernadin. Em nêrina dewletê û Wezîriya Karên Olî ya li hemberî elewiya dibînin. Em ê li dijî zext û manîpulasyonan têkoşîna xwe berdewam bikin. Pêwîste ku her mirov di hêla baweriyê de azad bijî. Em ê hem li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ya li ser ziman û hem jî li ser baweriyê têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar