Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gora Şerefxan xera kirin!

Aşkera bû ku Şaredarê Bedlîsê yê AKP’î beriya ku tabelayên kurdî deyne xwarê gorên nivîskarê Şerefnameyê Şerefxanê Bedlîsî û malbata wî hatine xerakirin

AKP ku li bajarên Kurdistanê qirkirina siyasî û çandî dike, dijminatiya xwe ya li kurdan piştî hilbijartinên 31’ê adarê jî domand ku mînakeke vê yekê li Bedlîsê derkete holê.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di hilbijartinên sala 2014’an de bi rêjeyeke bilind li Bedlîsê bi ser ketibû lê hikumeta AKP’ê qeyûm li şaredariyê bi cih kir û li dijî çand û zimanê kurdî dest bi qirkirinê kir. Bi vê armancê dibistan, kreş û karên çandî yên kurdî hatin qedexekirin. Beriya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê û piştî wê bi hezaran siyasetmedar û welatparêzên kurd hatin girtin.

Tabelaya bi kurdî û tirkî ya di dema DBP’ê de li pêşiya avahiya Şaredariya Bedlîsê hatibû bicihkirin, bi fermana Şaredarê AKP’î Nesrûllah Tanglay ê piştî 31’ê adarê hat hilbijartin hat daxistin. Li şûna wê jî tabelayeke ku tenê bi tirkî li ser nivîsandîbû hat daliqandin. Tanglay ê AKP’î piştre tabelaya bi kurdî, tirkî û îngilîzî ya li pêşiya bajarê Bedlîsê rakir ku li ser wê “Hûn bi xêr hatine Bedlîsê” nivîsî bû. Li şûna wê jî tabelayeke tenê bi tirkî nivîsî hat daliqandin. Şaredariya Tetwanê ya AKP’î jî tabelaya bi kurdî ya li pêşiya avahiya şaredariyê daxistibû.

Qedexekirina kurdî û nirxên kurdan di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê de bi rêk û pêk bû. Mînakeke din a vê êrîşê li Bedlîsê derkete holê. Vê carê jî êrîş li gora siyasetmedarê kurd ê navdar dîroknas Şerefxan Bedlîsî û malbata wî hate kirin. Aşkera bû ku Şaredarê Bedlîsê yê AKP’î beriya ku tabelayên kurdî deyne xwarê gorên nivîskarê Şerefnameyê Şerefxanê Bedlîsî û malbata wî hatine xerakirin. BEDLÎS 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar