Li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê, hin kes an jî kesên nenas gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di sala 2015’an de li Sûrê hatibû kuştin, texrîb kirin. Hesinên li dora gora Elçî hatine rakirin û deriyên hin gorên li derdorê jî hatine dizîn.
Welatî duh gava piştî nîvro çûn ser gorên xizmên xwe, pê hesiyan ku gor hatine texrîbkirin û deriyên goran hatine dizîn. AMED