Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Goristana li Geverê cara 7’emîn hate rûxandin!

Goristana li taxa Orman a Gevera Colemêrgê ji 13’ê adara 2016’an ku qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rojan dom kiribû heta niha cara 7’emîne ku tê rûxandin. Li goristana navborî gorên cenazeyên Suleyman Aksû ê di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Pirsûs a Rihayê di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû û kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hene. Goristan şevê din careke din rastî êrîşa ‘Kesên nasnameya wan nediyar’ hat.

Di encama êrîşê de dîwarê ku li derdora goristanê hatibû lêkirin hatiye hilweşandin û gulên ku malbatan danîbûn ser goran û kêlên goran hatin parçekirin. Li nêzî goristanê jî qereqol heye.

Beriya niha polîs û leşkeran rûxandibûn

Beriya niha jî li dijî goristanê êrîş pêk hatibûn. Beriya vê êrîşê, di 26’ê nîsana 2019’an de jî li dijî goristanê êrîş hatibû kirin. Kesên ku şahidiya vê êrîşê kirin gotibûn ku polîs bi 4 maşîneyên zirxî û kemçeyekî ketine goristanê û goristan rûxandine. Şahidan diyar kiribû ku polîs nêzî 4 saetan li goristanê man û di berbanga sibehê de bi heqaretan hemû goristan xerakiribûn.

Êrîşên li dijî goristanan

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demeke leşker û polîsên dewleta tirk li Wan û navçeyên wê, li Amed, Mûş û Çewlikê jî êrîşî gorên gerîlayan dikin. Leşker û polîsan kêlên gorên gerîlayan li ber çavên malbatên wan parçe kirin û gef li malbatan xwarin. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar