Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gornebeşan bi sirûda mehterê êrîşî gorên gerîla kir

Hêzên artêşa tirk bi sirûda mehterê êrîşî Goristana Gundê Heciya Kurdan a Bismilê kir û gorên gerîlayên HPG’ê û şêniyan  rûxandin

Hêzên artêşa tirk zext, zilm, zordarî û bêhûrmetiya xwe ya li dijî gelê kurd bênavber berdewam dike. Artêşa tirk ku hemû kiryarên wan ên dermirovî yên li bakurê Kurdistanê ji hêla hikûmeta AKP-MHP’ê ve tê destekkirin û teşwîqkirin, di bêhurmetiyê de bêperwa tevdigere.

Artêşa tirk ku rojane li bakurê Kurdistanê sûcê şer dike, êrîşkariya xwe ya li dijî gorên gerîlayên HPG û YJA Starê jî didomîne. Di vê çarçoveyê de şevê din saet derdora 23.00’an de li Bismil a Amedê bi sirûda mehterê ketin Goristana Gundê Heciya Kurdan û êrîşî gorên gerîlayan û 5 şêniyan kir. Leşkerên ku bi wesayîtên zirxî ketin goristanê, gorên gerîlayan rûxandin.

Bi fermana şaredariyê gor rûxandin

Li gorî agahiyên ji şêniyên gund hatine bidestxistin, leşkerên dewleta tirk hefteyek berê hatine gund, wêneyên goristanê kişandin û şevê din jî  êrîşî goristanê kirine. Şêniyan diyar kir ku wan hewl da rê li ber kirinên leşkeran bigirin lê leşkeran destûr nedaye.  Şêniyan daxuyand ku leşkeran destnîşan kiriye ku ew bi fermana şaredariyê hatine.

Kiryarên di çarçoveya sûcê şer de

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa tirk tenê di nava çend salên dawî de li bakurê Kurdistanê bi sedan sûcên şer kirin. Bi awayekî sîstematîk û plankirî, li bakurê Kurdistanê bajar û navçeyên kurdan rûxandin, bi sedan sivîl qetilkirin, bi sedan birîndar kirin, cenazeyên sivîlan li kolanan hiştin, bi sedhezaran kurd ji warên wan koç kirin, bi dehan cihên dîrokî rûxandin û talan û wêraniyeke mezin pêk anîn. Artêşa tirk ku ev kiryarên wê ji hêla hikûmeta AKP-MHP’ê ve tê destekkirin, li dijî cenazeyên gerîlayan jî bêrêziyeke mezin dike.

Cenaze revandin

Artêşa tirk ku cenazeyên zêdetirî 267 gerîlayên li Goristana Xerzanê revandin, ji Amedê heta Êlih, Bedlîs û Colemêrgê, li gelek deveran êrîşî goristanên gerîlayan kir. Di heman demê de yek ji kiryarên dewleta tirk jî bombebarankirina goristan e. Di vê çarçoveyê de gelek caran bi balafirên şer goristanên gerîla yên bakur û başûrê Kurdistanê kir.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar