Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Gornebeşan careke din êrîşî goristanan kirin

Dewleta tirk di çarçoveya konsepta qirkirinê ya li dijî gelê kurd de roj naçe ku li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê yeke din lê zêde neke. Dewleta tirk ku li her çar parçeyên Kurdistanê vê konsepta qirkirinê bi awayeke raste rast dimeşîne, li bakurê Kurdistanê li hêlekê bênavber êrîşî qadên gerîla dike, li hêla din qirkirina siyasî didomîne û li hêla din jî êrîşî her tiştê bi navê kurdî dike. Yek ji kiryarên dewleta tirk jî êrîşên li dijî goristanan e.

Hêzên dewleta tirk di van demên dawî de li Wan, Amed, Colemêrg, Mûş, Şirnex û Çewlikê gelek gorên gerîlayên PKK’ê rûxandin û gef li malbatên wan xwarin. Piştî êrîşa li dijî Goristana Sîsê ya Licê, niha jî êrîşî gorên gerîlayên li goristana taxa Licokê kirin.

Hat zanîn ku gorên Îzzet Tugal ê di salên 1995-96’an de ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve hate qetilkirin, Bahattîn Turfan ê ku di 10’ê tîrmeha 1991’ê de di merasîma cenazeyê Vedat Aydin de hatiye qetilkirin, gerîlayên PKK’ê Aydin Bedran û Înayet Tanriverdî yên di salên 1990’î de li Licê û Mûşê di şer de jiyana xwe ji dest dan û Hiyalî Zengîn û kurê wî Mûstafa Zengîn ên sala 1993’yan de ji aliyê cerdevanan ve hatine qetilkirin hatin rûxandin.

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku leşkerên di 4’ê hezîranê de tev li operasyona leşkerî bûn, ev gor rûxandine. Çavkaniyan destnîşan kir ku leşkerên tirk pêhn li kêlên goran xistine û li ser hin kêlan şopa pêlavên leşkeran hene. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar