“Em ji tu kesî naxwazin ji bo me şer bikin. Gelê me hîn jî li vir e ji ber ku me berê gelek caran bi tena serê xwe li ber xwe daye. Ya ku em daxwaz dikin ev e ku cîhan di mîsyonek dijwartir de bi me re be: ew jî misyona aştiyê ye
Di 3’yê kanûna 2022’yan de rojnameya amaerîkî The Washington Post rê daye gotareke Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Abdî ya der barê gefên dewleta tirk de.
Mazlum Abdî di gotara xwe de dibêje îro careke din Kobanê di bin gefan de ye û hemû destkeftiyên me û hevkarên me jî di bin xetereyê de ne. Vê carê metirsî ne ji terorîzma Dewleta Îslamî ye, lê ji hevalbendek amerîkî û endameke NATO’yê ye.
Mazlum Abdî wiha nivîsa xwe berdewam dike: “Zêdetirî hefteyekê ye, hikûmeta tirk bombeyan li bajarên me dibarîne, sivîlan dikuje, binesaziyê wêran dike û Hêzên Sûriya Demokratîk ên ku ji bo tunekirina DAIŞ’ê kar dikin, ji xwe re dike hedef.”
Abdî di berdewama gotara xwe de balê dikşîne ser kar û xebatên rêveberiya ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û wiha dinvîse: “Di her pêngava têkoşîna xwe ya li dijî koma têrorîst a di qada şer de, me bi avakirina sîstemeke li ser esasê tevhevî, piralî û wekheviyê, ji bo şikandina îdeolojiya li pişt wê gav avêtiye. Weke mînak li Reqa ku Ebûbekir El-Bexdadî li ser xaka DAIŞ’ê desthilatdarî dikir, jinên Sûriyê niha wekî pêşengên navdar cihê xwe di vê rêveberiyê de digirin.”
Li kêleka şer me pergalek ava kir
Abdî di berdewama gotara xwe de balê dikişîne ser pergala rêveberiya ku ava kirine û wiha dibêje: “Di sala 2015’an de, me Hêzên Sûriyeya Demokratîk ava kir. Li her bajarê ku me rizgar kir gelê me rêveberiyên xwecihî ava kirin û li Sûriyeyê cara yekemîn hemû reng û ol hatin temsîlkirin û hêza wekhev hat dayîn jinan. Sîstema me ne bêkêmasî ye: me neçar ma ku di dema şer de wê ava bikin da ku bijîn û di bin dorpêça aborî ya şkestî de.”
Ew êrîş bi armanca suîqastê bû
Abdî di gotara xwe de balê dikişîne ser êrîşên di vê dema dawî de û kuştina sivîlan û wiha dibêje: “Di êrîşeke li bajarê Dêrikê ku Kurd, Êzidî û Xiristiyan lê dijîn, zêdetirî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Êrîşeke din jî li Hesekê li bargeheke me ya hevbeş a bi hêzên amerîkî re pêk hat, Ku em li wir bi hevre planên ji bo operasyonên li dijî DAIŞ’ê dikin. Ez wisa difikirim ku ev hewldaneke sûîqestê bû: Tirkiyê îsal gelek hevkarên min ên HSD’ê û rêveberiya me qetil kirin.”
Gefa êrîşa bejahî
Mazlum Abdi di gotara xwe de li ser gefên êrîşa bejahî jî rawesatiyaye û wiha got: “Em dizanin ku encama êrîşeke bi vî rengî wê çi be, ji ber ku Tirkiyê beriya niha du caran kiriye. Di sala 2018’an de êrîşên li ser Efrînê û di sala 2019’an de li ser Serê Kaniyê û Tel Ebyadê bi sed hezaran kes koçber bûn û şerê cîhanê yê li dijî Dewleta Îslamî têk bir. Piştî salên desthilatdariya Tirkiyê, niha ev herêm bû ye cihê kaos, bêîstiqrarî, hêlîna radîkalan, şer û pevçûnan. Di bin rêveberiya me de, Efrîn tekane beşek bû ji bakurê rojavayê Sûriyê ku ji aliyê îslamiyên radîkal ve nehatibû destgirtin. Ji ber ku herêm ketiye bin kontrola Tirkiyê, komên girêdayî El-Qaîdeyê bi awayekî azad li ser xaka wê tevdigerin. Havîna îsal, êrîşeke bê firokevan a Amerîkî Maher el-Aqal, fermandarekî payebilind ê DAIŞê, li wir hat kuştin.”
Teqîna Stenbolê
Ji bo her tiştê ku me kir. Weke hinceta şer, Erdogan hêzên me bi wê yekê tohmetbar kir ku li Stenbolê di teqîneke kujêr de cih girtine. Bi zelalî bibêjim: Em vê kiryara terorîstî şermezar dikin, hemû tawanên tevlîbûnê red dikin û careke din sersaxiyê ji qurbaniyan re dixwazin. Em bangewaziya xwe ya ji bo lêkolîna wê teqînê dubare dikin û heke pêk were em amade ne ku alîkariyê bikin.
Em ji tu kesî naxwazin ji bo me şer bikin
Abdî di gotara xwe de balê dikişîne ser hewlcedariya bi aramî û aştiyê û wiha dibêje: “Em ji tu kesî naxwazin ji bo me şer bikin. Gelê me hîn jî li vir e ji ber ku me berê gelek caran bi tena serê xwe li ber xwe daye. Ger hewce bike em ê li ber xwe bidin. Ya ku em daxwaz dikin ev e ku cîhan di mîsyonek dijwartir de bi me re be: ew jî misyona aştiyê ye.”
Pirsgirêk siyasî ye û em ji bo aştiyê amade ne
Abdî di gotara xwe de bal kişandiye ser pêvajoya aştiyê ya dio navbera dewleta tirk û PKK’ê de jî wiha gotiye: “Em di wê baweriyê de ne ku koka nakokiyên ku gelek êş û azar li herêma me anîne siyasî ne. Di navbera Kurd û tirkan de nefreteke xwezayî tune: Serokên tirk hilbijartineke siyasî kirin ku kurdan weke xeteriyeke ewlekarî bibînin û mafên me yên bingehîn ên demokratîk ji me re nehêlin. Erdogan di dema borî de bi PKKê re ji bo bidawîkirina şerê çekdarî rola xwe lîstibû û di navbera PKK’ê û dewleta tirk de navbênkarî kiribû. Her wiha çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane gotûbêj kiribû. Dema ev hevdîtin dihatin kirin, em bi cîranên xwe yên tirk re di nava aştiyê de bûn. Ger hewce bû ku ew careke din vegerin, em ê karibin her tiştî ji nû ve bikin.”
Em ji trajediyên berê dersê bigirin
Abdî di dawiya gotara xwe balê dikîne ser ser hewlwesta dewleta tirk û israra wê ya di şer de û wiha dibêje: “Dema ku di sala 2019’an de herêma me di bin tehdîdê de bû, PKK jî di vê rojnameyê de pêşniyara rûniştin û lêgerîna çareseriyeke siyasî kir. Ev bangawazî hat piştguhkirin û Tirkiye piştî çend mehan 2 bajarên me dagir kirin. Ger civaka navneteweyî li dijî dagirkeriya dewleta tirk rawestiyaya û doza aştiyê bikira, dibe ku rewş gelek cûda bibûya. Her çend kes nikaribe demê bi paş ve vegerîne jî lê em dikarin ji trajediyên berê dersê bigirin. Her wiha em amade ne ji bo destpêkirina van hevdîtinan û bidestxistina aştiya ku em lê digerin, roleke kêrhatî bilîzin”
Banga ji bo civaka navdewletî
Abdî di dawiya nivîsa xwe de her wiha bangek li civaka navdewletî kiriye û wiha nivisandiye: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku demildest gavên berbiçav bavêje da ku pêşî li êrîşa dewleta tirk bigire û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokrasî, jiyana hevbeş û mafên wekhev pêk bîne. Hebûna gelê me û ewlekariya herêmê girêdayî vê yekê ye.”