Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Gotin ‘êdî bes e’ û dest bi çalakiya nobetê kirin

Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne li Wêranşarê dest bi çalakiya nobetê kirin. Dayika girtî Necla Kanar wiha got: “Em dixwazin ev zilm bê sekinandin. Em naxwazin zarokên me li ber çavên me bihelin. Êdî bes e!”

Xzimên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li avahiya HDP’a Wêranşara Rihayê dest bi çalakiya nobetê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û gelek xizmên girtiyan beşdarî çalakiyê bûn. Beriya dest bi çalakiyê bikin daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlamenter Ayşe Surucu diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê li ser her kesî belav bûye û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em ê nebin şirîkê vî sûcî. Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê gihîştine astek xeternak.”

Dayika girtî Mehmet Kanar ê ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye Necla Kanar jî wiha got: “Em dixwazin ev zilm bê sekinandin. Em naxwazin zarokên me li ber çavên me bihelin. Êdî bes e! Bi salane dilê dayikan dişewite û xwîn dibe. Em naxwazin li mirina zarokên xwe temaşe bikin. Heke hûn kuştina zarokên me dixwazin, wê demê werin me jî bikujin.”

Piştî daxuyaniyê xizmên girtiyan li avahiya HDP’ê dest bi çalakiya nobetê kir. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar