Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ û gotina ‘Kurdistan’ Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê’ hat darizandin û ji bo wê 5 sal ceza hat birîn.
Dadgehê hinceta cezayê 5 salan ê li Guven birî aşkera kir.
Di hincetê de hat gotin ji ber Guven gotina ‘Kurdistan’ kiriye û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wekî ‘Rêberê me’ behs kiriye rêbazên tundî û gefê rewa kiriye. Her wiha hat gotin ku ji ber van hicetan Guven sûcê ‘Propagandaya rêxistinê’ kiriye. COLEMÊRG