Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gotina ‘qirkirina ermenan’ azadiya ramanê ye

Rêveberên berê yên Baroya Amedê de ji ber bikaranîna gotina “Qirkirina ermenan” doz li wan hatibû vekirin. Dadgehê bi biryara “Ev gotin di çarçoveya azadiya ramanê de ye” biryara beraetê da.

Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin û rêveberên wê demê yên baroyê Mûhlîs Ogûrgul, Ahmet Dag, Erhan Aytekîn, Firat Uger, Gazal Bayram Kolûman, Mehmet Akbaş, Serdar Çelebî, Tevfîk Karahan, Omer Şeran û Ozgur Yilmaz Bîçen ji ber daxuyaniya têkildarî “Qirkirina ermenan” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê di 2’yê sibatê de hatibû dîtin û biryar hate dayîn.

Aydin û rêveberên baroyê di çarçoveya “24’ê Nîsanê roja bîranîna qirkirina ermenan” daxuyanî dabûn. Ji ber îfadeyên “qirkirina ermenan” der barê rêveber û serokê baroyê de bi îdiaya “Bi awayeke aşkera neteweya tirk, dewlet, meclis, hikûmet û saziyên darazê biçûk xistinê” doz hate vekirin. Doza li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin, der barê rêveberên Baroyê de biryara beraetê da. Dadgehê destnîşan kir ku axaftinên hatine kirin divê wek rexne bên nirxandin û wiha got: “Di çarçoveya azadiya ramanê de ne.” Dadgeha di biryara beraetê de bal kişand ser doktrînên hiqûqî yên der barê rexne û biçûkxistinê de û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM).

Di biryarê de hat gotin ku di daxuyaniya Baroya Amedê de gotinên “tehcîr”, “kareseta mezin”, “bi darê zorê koçberkirin”, “jenosîd” û “qirkirin” li gorî hiqûqa navxweyî û li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî îmze kirine hatine nirxandin û hatiye diyarkirin ku gotin bi qesta biçûkxistina saziyan behsê xeberê, nehatine kirin.

Di biryarê de ev tişt hatin gotin: “(…) parvekirina hatiye kirin di çarçoveya azadiya ramanê de hatiye dîtin û lewma mijara behsa xeberê di çarçoveya azadiya ramanê de hatine nirxandin. Ji ber van sedeman, hatiye fêmkirin ku di mijarên bûne sedema darizandinê de ji bo tawanbariyên tên kirin delîlên şênber nehatine bidestxistin (…).”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar